Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
ew ber bi meydanê ve bir, bi zimanê kurdî dest bi hildana

paroleyên şoreşgerî kir û bi mist û lingên xwe kete lêxistina

ser û guhên efser û serbazan. Li her serbazê dixist, radixist

erdê, qêriyên Seyfî Qazî, mîna qêrîyên şêr bûn. Hemû xelkê

Çwarçira û dordorên wê, ji xew şiyar kir, bi lêxistina her

kesekî re ko destê wî digihiştê, weke şêr diqêrîya, digot: Bijî

Qazî Mihemed, bijî kurd, bijî serxwebûna gelê kurd, em

dimirîn, lê belê gelê kurd ti carî namire, hun xeyal dikin.

Ji ber ko dengê Mihemed Hisên Xan Seyfî Qazî dengekî mezin

bû û bi xwe jî pir bi heybet û netirs bû, heta ew gihande ber

sêdarê, bi mist û lingan, hin kes 11 erdê xistibûn, pir kes ji

dengê wî ji xew rabCm, lê belê ji ber ko her ji êvarê ve rewşa

awarte Ci qedexeya hatinçûyînê hatibCi ragihandin, kes

nediwêriyabû ji malê derbikeve.

Ew bi dar ve kir, lê belê piştî du deîqîqeyan werîsê sêdarê

qetiya û bi erdê ket, dubare ew rakir û hê jî diqêriya. Ca bir

ber sêdara sêyemîn ya ko ji Sedrî Qazî re hatibû amadekirin

û dubare bi dar ve kir, wî çaxî seet bûbû pêncê sibê û dinya

yekcarî rona bûbû.

Dor giha Ebulqasim Sedrî Qazî, lê belê ji ber ko bêtirî seetekê

di kamyonêde û çav li rê mabû, gêj û hêr bûbû, herweha ji

ber ko ew qasî ji cihê bidarvekirinê jî ne dûr bCi, hinekî fêm

kiribû ka karesat çi ye!. Dema ko ew daxist û xist odeyê de û

dadger û mele û em dîtin, di cih de dest bi hêvîkirînê kir Ci

got: Axir ti sûçên min nîne, hêvî dikim min bişînin Tehranê ji

bo ko karê min hîn bêtir zelal bibe.

Meleyaê Mehabdî jê re got: Fihêtî ye, wa meke, ev qas hêvî

meke, bi mêranî wek yên din be, cezayê dadgehê ye û divê

bête pêkanîn, ca çima bi mêranî nemirî, merdane jiyayî û

merdane jî bimire, tu çima dilê dujminan bi xwe xweş dikî!

evana, dujminkarane we bi dar ve dikin. Van gotinên mele pir

bandor lî wî kir, lewra jî rCinişt û dest bi nivîsandina

wesyetnameyê kir.

Tiştê balkêş ew e ko efser Kiyomers Salih qala naveroka

wesyetnameyên Sedr û

Seyfî Qazî nekiriye, meger ko derfet