Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
arzaniyan bûm, eger na, min ev yek ji xwe re daniye û min

dizanîbû ezê her bême kuştin û ev hêviya min e jî.

Kolonel Etayî: Tu dikarî ji me re bêjî ka çima ev qas perêşanê

barzaniyan î!

Qazî Mihemed: Ji ber hin sedeman!!

Kolonel Eta: Ew sedem çi ne!

Qazî Mihemed: Ji ber Mela Mistefa û barzanî hêviya paşeroja

gelê kurd in û min jî ala Kurdistanê raspariye wan, ewê vê

alayê biparêzin, heta roja wî têt, ala Kurdistanê li cem wan e,

ne yê ko kolonel Nîkozad tif lê kir û xiste bin lingê xwe,

hêviya min ji Xwedê ew e ko rojek bêt ew ala bi destê bikare

û bihêzê Barzanî 11 ser vî xaniyê ko niha ez tê de têm

dadgehîkirin, û herweha jî li tev bilindahiyên Kurdistanê bête

hildan.

Kolonel Eta: Pirsiyara dawî, erê bi rastî jî tu bi xwe neçûyî,

yan Mela Mistefa tu bi xwe re nebirî û nedixwest tu bi wî re

biçî!

Qazî Mihemed: Welê diyar e hun ji gotinên ez dibêjim bawer

nakin!

Kolonel Eta: Na, dixwazim tu ji min re rastiyê bibêjîl

Qazî Mihemed: Ji te re dibêjim, tu jî sivikahiyê nekî, yanî çi

rastiyê ji te re bibêjim, ev tê çi maneyê!.. na, ezê kû ve

biçim, vira axa Kurdistanê ye, bav ij kalên min li vira jiya ne,

xwe ne ez Pîşewerî yê jinsîfet im ko welat û gelê xwe bihêlim

û bireviyêm!..

Kolonel Eta, ji tirsa ne wek ko Qazî Mihemed dubare bixeyide

û mîna Nîkozad wî jî rîswa bike, zû daxwaza lêborînê kir û

sond xwar ko niyaza wî ne sivikahîkirin bû, lê belê axaftinek

bû û hate gotin.

Qazî Mihemed: Eger ko min axaftinek gotibe û li we xweş

hatibe, mebesta min ne ew bûye ko dilê we xweş bikim, min

bi tinê rastî gotiye.

23