You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
10- Şandina kesan û hatinçûyîna derveyî welat û seredana

Rûsya û rûniştin û civînên bi Baqrof yê serkomarê

Azerbêcana Rûsya re.

11- Çêkirina peyman û bondên bazirganî bi biyanî û neyarên

îranê re, bê pirsa Tehranê.

12- Girtin û kuştina karmendên hukûmetê û rûxandina

xaniyan û şewitandina malên wan, bi taybetî jî karmendên ne

kurd.

Nivîskar û nûçegihanê (Mahname)-yê di berdewama

vegêrana xwe de dinivîsîne: Qazî Mihemed pir bi tundî, bi

tinê sê nebin, hemû sûçên din ret dikirin, sê sûçên ko ret

nekirin, ev in:

1- Çûyîna Bakuya Azerbêcanê û hevdîtina bi Cafer Baqrof re.

2- Hebûna ala, lê belê ne weke mîna ko ew dibêjin çakuç û

dasên li ser awayê ala Rûsya li ser bû.

3- Hatina Mela Mistefayê Barzanî, ew jî ne kesê ew anî be, lê

belê ew bi xwe hatiye, ji ber ew kurd e û Kurdistan mala her

kurdekî ye, mafê her kurdekî heye ko li her busteke axa xwe

ya ew bixwaze bijî, ji ber maf yê xwediyê malê ye.

Sûçên Seyfî Qazî, yan jî Mihemed Husên Xanê Qazî, wezîrê

ceng û cîgirê serokomar Qazî Mihemed:-

1. Çûyîna derveyî welat, Baku paytexta Azerbêcana RCisya.

2. Çêkirina têkiliyan û civîna bi Pîşewerî yê serokomarê

Azerbêcana Iranê re li Tewrêzê û civîn û çêkirina peymanan

bi herdu serokomarên Azrebêcana Rûsya û Azerbêcana îranê

re, ango bi Pîşewerî û Baqrof re ko peymaneke sêkuçkeyî ya

leşkerî bûye.

3. Wergirtma wezareta ceng ya komara Kurdistanê li dijî

hukûmeta îranê.

11