Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
hatiye sansorkirîn, lê belê kêmtirî cihekî wê hatiye rakirin û

dadgehîkirîna hersê qaziyan bi dirustî tê de hatiye nivîsandin.

Di hejmareke piştre ya wê kovarê de efser Kiyomers Salih

dibêje: Bi behaneya ko li dijî ewlekariyê ye, rê nehate dayîn

Wêjenameya min jî bête weşandin. Herweha di dawiya nivîsa

xwe de dibîje: Qazî Mihemed ji mele re got: Sibe vê

wesyetnameyê û şîretên min jî bide xelkê bajarê Mehabdê.

Qazî Mihemed şîretên xwe dane mele, lê belê piştî

bidarvekirîna Qaziyan, dadger nivîsa Qazî Mihemed ji meleyê

kurd stand û da min û got: Ev dê paşerojê bibe fîtne, min jî

welê di Wêjenameya xwe de weşand, lê belê piştre piştgirî

nedan weşandina wê.

Herweha divê wê yekê jî bibêjim ko wesyetnameya malbatî,

wesyetname û raspêrîyên destxetî yên Qazî Mihemed yên ji

gelê kurd re, herdu jî di Namexaneya Arteşa îranê de, ango li

(Bayeganî Nigarxenyî Milliyê Stadê Artêş), tevî hemij

hejmarên Mahnameyê û Wêjenameya (Tac Kiyanî) jî hatine

parastin.

Ji bilî vana, tev belgenameyên dadgehîkirîna efser û mezinên

serhildan û şoreşên seranserî îranê, wek mînak, hemû

naveroka dadgehîkirîna efserên Xurasanê û Azerbêcanê û

Qezwînê û Şîrazê û Tehranê û Esfehanê û dadgehîkirîna

efserên Tûde û serhildana artêşa şahenşahî û hêza esmanî û

Eniya Gelêrî û alîdarên Dr.Museddeq û Sureyya ya jina Şah û

Erdeşêrê kevne zavayê Şahê îranê re, di wê Namexaneyê de,

wek xwe hatine parastin.

Çavkanî:

- Wêjename (Tac Kiyanî) Wêjeya Fermandariya Artêşê.

- Kovara (Mahname) ya Artêşa îranê.

37