Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
milyon tumenan jî ji gel û komara Kurdistanê re mezaxtiye

ko dirav û malê min yê taybetî û kesane bû. Koionei welê

diyar e ji bilî ko tu tiştekî di derbarê min de nizanî, tu

herweha tiştekî ew qas di derbarê sinq û tîtalên dadgehê de jî

nizanî!

Li vir, ji ber kolonel hê jî ji gotinên Qazî Mihemed xeyidî û

dilpir bû ij hest bi şkestin û dorandinê dikir, dixwest behanan

ji Seyfî Qazî re derxe û 'xwe bixeyidîne, lê belê Seyfî Qazî

hoşdarî dayê û jê re got: Me êdî dev ji jiyan û mala xwe

berda ye û eger tu yek misqal bêedebî û cesaretê bikî, ez ne

wek Qazî me ko her bi gotin û sixêfan dev ji te berdim.

Mista xwe kire girê û nîşanî kolon'el da û got: Ezê bi vê mistê,

ser û guh û dev û diranên te bişkênim, ma qey ji mirinê pê

ve ko hêviya me ye, tiştek din heye! we ji me re milyonek

derew û buxtan û gotinên kirêt û tiştên din, tiştên din yên

bêmane çêkirîne, ca hun dixwazin ko şaşî û namaqûliyên

bêtir jî bikin!. Ti bingehekî derew û buxtanên ko we ji me re

çêkirîne nîne, lê belê ez li vir didim xuyakirîn ko ez wan hemû

derew û buxtanan bi şanazî li ser xwe qebûl dikim û êdî ez ne

amade me bersîva we bidim.

Bi vî awayî dawî li dadgeha Seyfî Qazî jî hat. Ca dor giha

Ebulqasim Sedrî Qazî û ew jî anî ber dadger û yekem

pirsiyara ko li wî kir ew bCi: Erê merema we ji wê nameyê çi

bû ya ko we ji Qazî Mihemed re nivîsandibû û daxwaz kirîbû

ko heta alîkarî digîje wan, xwe bigirîn!.

Sedrî Qazî got: Qed tiştek welê çênebûye û ger welê ye,

kerem bikin nîşan bidin!.

Ca dadger got: Ew çi helbest e te ji Barzanî re nivîsandiye

Sedrî Qazî got: Belê min helbest nivîsandiye, min ji Barzanî

hez kiriye û min jê re helbest nivîsandiye.

Dadger dubare jê pirsî: Erê alîkarîya te gotibû, berê jî hatibû

kirîn, yan ev cara yekemîn bû ko ji bal biyaniyan ve alîkarî bi

we re bihata kirin!!

Sedrî Qazî dîsa jî got: Ez ret dikim ko tiştekî weha çê nebûye.

25