Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
girt di dewsa kolonel Nîkozad de, kolonel Receb Etayî ko

serokê dadgehê bû, bû dadgerê dadgehê.

Pirsiyar dubare ji ya yekemîn ve dest pê kir, Qazî Mihemed jî

tev pirsiyarên ko berê ret kirîbûn, dîsa jî ret kirîn. Di bersîva

wê pirsiyarê de ka çima bê axaftina bi hukûmeta navendî re

bondên bazirganiya petrolê bi Rûsya re mor kirine Qazî

Mihemed keniya û got: Kîjan petrol, kîjan bîr û kompanyaya

petrolê li ber destê me bûye ji bo ko em bazirganiyê pê

bikin, seyr e!, eger hun dixwazin bi narewayî sûç û tawanan

bidin pal me, sûç û tawanên welê ji me re çêkin ko bi kêmanî

hinekî beraqil bin. Heye ko hun ava vî çemê di Mehabadê re

derbaz bide, bi petrol bihesibînin, bi rastî jî we pir bi nezanî û

bêserûberî ev sûç ji me re çêkirine, ko bingehekî ti ji wan jî

nîne.

Herweha di bersîva wê pirsiyarê de ko Qazî Mihemed rê daye,

yan jî daxwaz kiriye ko biyaniyên mîna Mela Mistefa têkevin

axa Iranê, Qazî Mihemed dîsa mîna sê mehan berê bersîva vê

pirsiyarê jî da û got: Mela Mistefa li Kurdistanê ne biyanî bû,

Kurdistan mala her kurdekî ye, kes wa lê nekiribû ko ew bête

vê derê, rewşê wa kiribû ko ew bêt, ango ji beşeke maia xwe

hatiye beşeke din ya mala xwe û .... wesselam.

Ca kolonel Etayî yek bi yek dîsa pirsiyar dikirin û Qazî

Mihemed jî her wek berê, dubare sûç ret dikirin. Wê demê

kolonel Nîkozad ko dadger bû û Qazî Mihemed pir bi tundî li

hemberî wî derketibû, mîna mar xwe dixwar, perçek qumaş

ko rengê wî sor, spî û kesk bû û çakuç û dasek li ser hatibû

nîgarkirin, ji çanteya xwe derxist û ji Qazî Mihemed re got:

Ma qey ev ne hemû hukûmet û ala û teşkîlata we ye!

Kolonei tifî ala kir û xiste bin lingê xwe û pê lê kir!! Qazî

Mihemed li hember vî karê kolonei got: Pêşiyê ev qed ne ala

Kurdistanê ye, ji ber li ser ala me çakuç û das nîne, ya din jî

ev reftara we nîşana kêmaqilî û bêrûmetiya te ye, piştrast bin

destê we nagîje ala Kurdistanê ko hun wî bêhurmet bikin,

rojek jî tê li ser vî xaniyê ko tê de têm dadgehîkirîn, dê ew

ala bête hildan û li ser biheje.

17