Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Efser Kiyomers Salih dinivîsîne:

Piştî qediyana dadgehîkirîna qaziyan û bidarvekirîna wan, min

ew bCiyer tev, bê kêm û zêde di mehnameya (Mahname)-yê

de weşand ij nûçeyên girîng jî min di wêjenameya (Tac

Kiyanî) de çap kirîn, lê belê berîya ko bikeve ber destan û

belav bibe, ez bangî dadgeha artêşê hatime kirîn, li wê derê

gote min: Tu bi sûça eşkerekirîna nepeneiyên dadgehîkirma

qaziyan tûmetbar î û pileya efserîyê ji min kişand, salekê jî

cezayê girtinê li min hate birîn, ji ber vê yekê jî hem

weşandina (Mahname) yê rawestiya û hem jî ev nijçe nehatin

belavkirîn.

Piştî azadbûna ji girtîgehê, sala 1947-ê Klyomers ev agahdarî

di hejmara 57-ê ya (Mahname) ya xwe de weşandine,

herweha beriya vê yekê jî sala 1946-ê di hejmara 66-ê ya

(Mahname)-yê de dinivîsîne: Pştî qediyana cenga cîhanî ya

duyemîn û vegera leşkerê rûs û îngilîzan ji bo welatên xwe,

artêşa îranê kete livîn û tevgerê.

Her ev nûçegihan di hejmarên (44 - 64)-ê yên (Mahname)-yê

de, bûyerên salên (1943 - 1946)-ê yên Kurdistan û

Azerbêcanê jî vedigêre û piştre li ser komara Kurdistan û

Azerbêcanê bi dûr û dirêjî nûçe û mijarên hûr û girîng

weşandine ko hinek ji wan hatine arşîvkirîn û hinên din jî çap

bûne.

Di piraniya hejmarên (Mahname) - yê de, wefadarî û

dilsoziya serokhozê dîbokrî, Elî Yar Esed û serokeşîrê mameş

Qerenî Axa Eşayer û Reşîd Begê Herkî û Hesen Têlo û Quqyas

Mamedî û Nûrî Begê Begzade û Mihemedemîn Çepê Herkî û

Hemzeyê Qadirê Mameş û yên din, ji şahê îranê û Derbara wî

re, yan weşandine, yan jî di Namexaneya Artêşê de hatine

arşîvkirîn. Ya ji tevan entîketir, têkiliya Omer Xanê Şikak ya

bi Derbarê re ye ko Omer Xan di dema fermandarîya xwe ya

hêzên leşkerê komara Kurdistanê de 11 Seqizê û derdorên wê,

nêzî (17) name ji bo piştrastkirîna Derbara Şah ji dilsoziya

xwe ji bo Şahê îranê şandine û di nameyan de xwe mîna

serbazê Derbara Şahê îranê qebûl kirîye û amadeyiya xwe ji