12.07.2015 Views

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Şathîyye‘Min got ‘deqakê bijîjk,Di mêjî min da şêrekî cîhanê derket’Bob DylonI.Bi pergala gotinê min mexape. Bi tirsa ezê te bixapînim vana dinivsînim.Îro jî di berbangê da xwe hesîyam. Derket me derva. Min tu dît. Tu hîn xwe ne hesîya bûy.Zatî tu ne di xewda bûy. Ku çavên te rakevin jî dilî te ranakeve. Ji dilî te mêze dikim û vatiştan dibêjim. Ku ez li wê dinêrim serxweş dibim. Wêra dibêjim şerav. Ku min got şerav nefikire ku ew li tirî çê dibe. Dilê te meyxana min e. Ku ez dikevime wira ez xwe wenda dikim.Tu îskanekê pêşkêşî min dikî, mîna ku tu navekî bibexşînî min.Îskana te telkîna navekî ye?Te ji kêja navî xwe li min mêze kir?Niha rûyî te dinêri me. Ji berbangê virda li derva digerim û ku ez çi dibînim, ez zanim ji rûyîte da ye. Her tiştî derva li rûyî te dinêre.Hinarikên te dişibe qandîla ku meclîsê ronik dike. Ku ez li wan dinêrim çixîzekê dibînim. Vaçî ye? Dipirsim. Dibêjî, derya kî bê berav e.Ku ez hîn baldar li wê dinêrim, ez sveşareyê xwe dibînim. Di kêleka wê çixîzê da, bin da,deqikek heye.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!