12.07.2015 Views

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Telefon lê ket. Sekreter bû. ‘Ezbenî we xwestibû ku ez bîra wexinim, îro win dike herinbalafirgehê Hayrî begê pêşwazî bikin. Yek jî Sevinç xanim li we gerîya, xwest ku jîvanê bigreseet çardeha.’Min got ‘Na, ez narime balafirgehê. Jîvana Sevinç xanimê ra jî betal bikin. Îro nayime kar.’‘Lê ezbenî…’‘Temam Mehtap xanim, ez nayêm, hemû hevdîtinan betal bikin…’Min telefon girt. Fîş kişand. Telefona berîkê girt. Avite qutîya çopê. Ez hatime oda xwe,qomîdîn vekir. Cuzdank derxist. Sê qertên qredîyê. Nasnameyek. Heşt qertên mixazeyê.Nîgarên wesîqatî. Qerta nimra wergîyê. Qerta qeydê a nexweşxana. Deftera telefonê. Dû qertêtelefonê. Bê nasnameyê ku çi hebû min avitin. Pêwîstbû li van musqana bifilitîyama. Her kumin wana avitin ez sivik bûm. Girêdanîyeka din difilitîm, yeka din, yeka din…çiqas min xwetiştava giradaye. Di berkêşka qomîdîn ajêr da senedên tapûyê. Peyman. Wekaletname. Bisedan ewraq. Hemû avitin. Dengekî mezin bihîst. Mîna ku kevirekî mezin bikeve avê.Dengekî vala. Dengekî ku tal dike. Beşeka gardropê eyda çenteyê min bû. Wana jî avitin. Herku min davit qet te digot zêde dibin. Mala min tije qert, çente, ewraq û nîşe bû. Çiqas pirtiştên min hebûn. Difikirîm ku bê wana qet ku yek jî kêm be ezê nikaribim bijîm.Min va fikra jî terk kir û ji mal da derketim.Kilîtên erebê hilpekandine newala hember parqa zarokan.Meşîyam.Tiştekî sosret…her tiştî ku min terk dikir sifteh tirs û xem dida min, dûra ez sivik dikirim.Hetanî ku ez westîyam meşîyam. Nêzika garê bibûm. Birçî bibûm. Simît kirî. Îro cara yekemmin hes dikir ku ez rêwîme. Bajarekî dûr ra bilêt kirî. Trenê ra dû seet hebûn. Derbaza salonapayînê bûm. Ser banqa yekem, ku ber çavên min ket, runiştim. Li banqa hember mirovekî navsalî raketibû. Cem jineka ku min texmîn dikir jina xwe ye xewda diçû. Her ku min derdoraxwe dinêrî min çiqas pir rêwî didîtin. Kesên ku dixwestin, an jî mecburbun rêyekê kevinhemûyên li vir bûn. Jineka ciwan bin zarokî xwe paqij dikir. Zilamî wê zarok egle dikir. Li serbanqa paşîyê mirovekî kal û berçavik stûr rojnameyek dixwend. Me dipa. Rabûm. Min dest bigera di nav garê da kir. Pir sal derbaz bibûn ku min bi trenê gerîn nekiribû. Weqta ku ezxwendekar bûm bi trenê ez diçûm û dihatime memleket. Îro hinek xwendekarên ku eyni tiştîdikin dibînim. Herkes ji yek deran têne û derine yek deran. Mîna ku agahîya me bi cîhî kuem diçinê tûne. Em xwe bi tiştî ku me dikişîne ra berdidine. Êdî niha panoyên dîjîtal ênmezin hene ku hatin û çûyinê trêna raber dikin. Di xwendekarîtîya me da tunebûn. Car car mediçû zilamî ku bilêt difrot dipirsî û asabî wî xera dikir. Biborînin trêna şîn kîjan demê radibe?Rebeno belkî hezar caran bersiva vê dida. Tehîr bû ezbenî. Çend seeta? Ne dîyare ezbenî.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!