heye? Rewşa ku herî zêde min diêşîne a pismamî min e. Li wî çi bû? cixareka din pêça ûvêxist, demekê ku kete bêdengîyeka tarî şunda, ew jî mîna min zû çûbû eskerîyê. Zewicî bû.Çar zarokên wî hebûn ku çû eskerîyê. Eskerî kir û hat. Lawê ênişteyê wîyê mezin hilkişîyabûçîya. Bav girtin, wenda bû, heftekî şunda cesedî wî li bêndera dîtin. Wê demê komekaparêzvanên dilak hatibûn, wî jî va bûyera wan ra vegot, parêzerên komela mafên mirovanbûn, vana ku va bûyera kirne mesele û şopandin…doz vekirin, dozê destpêkir lê heftekîşunda parêzer çûn. Pismamî min heftekî şunda hatin birin, gotin tu wan ra ên çîya ra alîkarîyêdikîye. Meger ji gund da yekî muxbîrî kirîye. Begê min, li vira tu mecburî erzaqa bidî wan, tunikarî ku nedî. Wana tên nîvê xwerinên te dibin, roja din jenderme tê dibêjin we ha kirîye, tudi navberî dû agira da dimînî. Pismamî min jî digrin û dibin. Tam dû meha di îşkencê dalêpirsînê da dimîne. Xwîşkeka wî yê dergîstî hebû, ew jî girtin birin. Wê jî qaşo dergîstî xwehewkare bona wê dibin. Ew jî derewe, lêwik sifteh şivanî dikir, dûra berda, di rêya bejayîyêda bi karkerekîyeka bihurbar dixebitî, yanê karkerekî demsalî bû…xwîşka pismamî min berçavên wî tacîz dikin, tabi wê weqtê nîvî şuurî wî wenda dibe. Yek jî gû û mîza wî cîhî ku lêdima bi vekirî pê kirin dane, çend roja ew gûya digê hev, dûra ji lingan da bervejêrî dardakirine, serî wî digihêje gû û gemara wî…serî çend seeta carê vê dubare dikin. Çi zanim, ewtazî kirine elektrîk berdane canê wî, biborîne cop tê ra kirine, wan îşkenceyan jî ber çavêxwîşka wî dikin. Hetta tecavuz jî bûye wê xwîşka xwe nabêje. Me bihîst ku doqtor rapor dayelê bavê ew veşartîye. Dûra dergîstê xwîşka wî jî dibin. Zor dane van ku vana hevdu tacîzbikin. Wê weqtê aqlî pismamê min temamî wenda dibe. Ji xwe ku hanîn bibû dîn. Pir ser daketin, birne doqtora, şêxa, nexweşxana, ku çi kirin qet pêşketin dest nexistin. Her ku çû vaxerab bû. Dawîyê da rojekê xwe dar da kir. Di axurî me da, ez çû bûm ku heywanan derximederva min ew dît. Îfada ser rûyê wî qet pêş çavên min nare. Pir tiştên wanî qewimîn. Malbatame jî belav bû, çû…Antony, dengê Abdulbaki di cîhekî da dest bi helandinê kir. Gûmîneka bê wate û vala guhêmin tije dikirin. Li wir, niha, li sempozyumê veqetîyame û li balafirgehê ku min sîyarbûnabalafirê dipa, bi dehan mirovên wekî Abdulbakî ku bi sedan çîrok min li wan guhdarî kirîye,mêjî min hanîye rewşeka cîhekî ku agir têda dadan e. Her ku wana têne bîra min, bawerîyamin hîn zêde dibe ku, ew kesên ku karî wan bi wan ra fantastîk tê xuya, van kirinên ku dikinbi wana xwe ra mîna karêkî dibînin.
Çîyayê AqilEz ji te da dihatim. Wê demê girêdayîna min a bi te ra nû bû. Dişibîyam baranê. Ji te nûhatibûm. Ji xwe ku hemûyan li min mêze dikir, tu nedidîtin. Zanibûn ku ez li ku derê çitohatime lê agahîyên wan ne rastîn bûn. Ez jî ne rastîn bûm. Wana ez rastîn dihesibandim.Mala wan li ser dû qata bû, hewşeka xwe yê fireh hebû. Jîyana wanê piranî li wir da derbazdibû. Binpêya hewşê ji kevirî qayraq bû. Biharê hênik dibû. Zivistanê pir sar dibû. Di mal dapir zarok hebûn. Ez ji heft keçan şunda hatibûme dinê. Bona vê pir kêf kirin. Bona mingolikek serjê kirin. Zîyafetek dan. Banga derdora xwe kirin. Çavên min hebûn lewra minnedidît. Wa rojana nayên bîra min. Sankî dûra min dest bi dîtina wan tiştana kir. Jîyan hateşuştin û paqij kirin. Li erdê kilîm hatne vbnmegirtin sifre hatne raxistin. Mîna mîsk lewantabêhn dida. Ji hewşê ra ji derîyekî texte da derbazî bêxçe dibûn. Derî li lewantayê re vedibû. Lipî rast gelek darên lewantayê mezin bibûn. Hinekî pêşda ixlamurek bilind dibû. Qatî yekem êmalê di bin sîya şaxê darê da dima. Dû darên tûyê hebûn. Ê dini mişmiş bûn. Dara tûyê besawan dikir. Mot û bastiq ji wê çêdikirin. Ên ku ber dima hişk dikirin. Zaroka pir li tûyê hişk,behîvê mişmişa û bastiq hez dikirin. Wê roje bi keç û dê, nokên biyexnî, şîva sawar a bişehrîye çêkirin. Bi tasan cacik, bi firaqan tirşî derxistin. Şorba gendîme kelandin. Birinçşir ûberfeşîr çêkirin. Bi devî mangê mot hanîn. Wê rojê ji foto asrîyê banga Necatî Begê kirin. Bidehan nîgarên min hatne kişandin. Pilaqên Fahrî Malatyaî lêxistin û lîstin. Dûra yek bifaytonê hat û bi zembîlan xelat hanîn. Serxweş bû, pirî kêfxweş bû. Ez girtime hembêza xwe.Çeka li pişta xwe derxist danî ber serî min. Min ra got ‘tu ku da derketî lan.’ Ji devî min da ezmaç kirim. Min zanibû ku ez li ku derê hatime lê fayda vê agahîyê li min nedibû. Çimkî ez nerastîn bûm. Her ku ez mezin dibûn dûra te diketim. Ku dûr diketim nerastînbûna min zêdedibû. Her ku ez mezin dibûn min xwe rastîn zen dikir. Xelitîya min zêde dibû. Di vê helwest û
- Page 1 and 2: Eyan BeyanNiviskarSadık Yalsızuç
- Page 3 and 4: Eyan BeyanTu derya yî, ez berava t
- Page 5 and 6: Te hezkirin ji te da bûyîn bû.Ji
- Page 7 and 8: li te dinêrî min tiştên ku ne b
- Page 9 and 10: tinê perpitîyan. Ancax te karibû
- Page 11 and 12: Vaya, her kesî zêdetir Richard, t
- Page 13 and 14: Şathîyye‘Min got ‘deqakê bij
- Page 15 and 16: nabînim. Niha bitenê dema ku te m
- Page 17 and 18: Ma vana sî ne? Ku sî rastîye şe
- Page 19 and 20: dibe…teva bi mîlyonan denga dibe
- Page 21 and 22: mezin dibînim. Berva darê dimeşi
- Page 23 and 24: Li min ku kî dibe ez, wî di min d
- Page 25 and 26: dîyar nekim ser vê mîna ku ez ax
- Page 27 and 28: hilkişîyame oda xwe. Ser piştê
- Page 29 and 30: hezdikim…guhê min mîna ku tije
- Page 31 and 32: Hefteyî duyemîn a îlonê, êvare
- Page 33 and 34: narencî bû. Pozî xwe pirî gir b
- Page 35 and 36: Min tim xeyal didîtin…min ew ke
- Page 37 and 38: oj hatin û derbaz bûn, ku derbaz
- Page 39 and 40: ji hevrazê da dadikeve. Ez ferq ne
- Page 41 and 42: Li Mirî ra ÇîrokAkif û Melahat
- Page 43: wî bi cêwîya ra avis mabû, wê,
- Page 47 and 48: ‘Erê’‘Başe. Mêwe ku di dar
- Page 49 and 50: Got ‘raweste,’ mîna ku sîlek
- Page 51 and 52: Qasî bilindîya çîya pêt berz d
- Page 53 and 54: Tiştên xwe bona te, te jî bona x
- Page 55 and 56: Li wir ku li dinê mêze dikim, bed
- Page 57 and 58: Telefon lê ket. Sekreter bû. ‘E
- Page 59 and 60: hene. Navbera hebûn û tûnebûnê
- Page 61 and 62: Menzîla Ku Te Ez ŞewitandimNiha l
- Page 63 and 64: Rasta cilekî te, xişirekî te tê
- Page 65 and 66: s û mişkŞekirêmin dawîyê da t
- Page 67 and 68: imîne mêrik ef kirîye û hanîye
- Page 69 and 70: Xanim (bi dengekî tije êş) hanî
- Page 71 and 72: Ji piranîyê Kînaye‘Wateya çar
- Page 73 and 74: dibin. Hozan li wî robarî tîpan
- Page 75 and 76: Mirov ku radikeve mîna ku bi temam
- Page 77 and 78: Gûmîn Uğultu Gevizandin Kıvranm
- Page 79: Tebitî Dingin Tengezar SıkıntıT