12.07.2015 Views

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

heye? Rewşa ku herî zêde min diêşîne a pismamî min e. Li wî çi bû? cixareka din pêça ûvêxist, demekê ku kete bêdengîyeka tarî şunda, ew jî mîna min zû çûbû eskerîyê. Zewicî bû.Çar zarokên wî hebûn ku çû eskerîyê. Eskerî kir û hat. Lawê ênişteyê wîyê mezin hilkişîyabûçîya. Bav girtin, wenda bû, heftekî şunda cesedî wî li bêndera dîtin. Wê demê komekaparêzvanên dilak hatibûn, wî jî va bûyera wan ra vegot, parêzerên komela mafên mirovanbûn, vana ku va bûyera kirne mesele û şopandin…doz vekirin, dozê destpêkir lê heftekîşunda parêzer çûn. Pismamî min heftekî şunda hatin birin, gotin tu wan ra ên çîya ra alîkarîyêdikîye. Meger ji gund da yekî muxbîrî kirîye. Begê min, li vira tu mecburî erzaqa bidî wan, tunikarî ku nedî. Wana tên nîvê xwerinên te dibin, roja din jenderme tê dibêjin we ha kirîye, tudi navberî dû agira da dimînî. Pismamî min jî digrin û dibin. Tam dû meha di îşkencê dalêpirsînê da dimîne. Xwîşkeka wî yê dergîstî hebû, ew jî girtin birin. Wê jî qaşo dergîstî xwehewkare bona wê dibin. Ew jî derewe, lêwik sifteh şivanî dikir, dûra berda, di rêya bejayîyêda bi karkerekîyeka bihurbar dixebitî, yanê karkerekî demsalî bû…xwîşka pismamî min berçavên wî tacîz dikin, tabi wê weqtê nîvî şuurî wî wenda dibe. Yek jî gû û mîza wî cîhî ku lêdima bi vekirî pê kirin dane, çend roja ew gûya digê hev, dûra ji lingan da bervejêrî dardakirine, serî wî digihêje gû û gemara wî…serî çend seeta carê vê dubare dikin. Çi zanim, ewtazî kirine elektrîk berdane canê wî, biborîne cop tê ra kirine, wan îşkenceyan jî ber çavêxwîşka wî dikin. Hetta tecavuz jî bûye wê xwîşka xwe nabêje. Me bihîst ku doqtor rapor dayelê bavê ew veşartîye. Dûra dergîstê xwîşka wî jî dibin. Zor dane van ku vana hevdu tacîzbikin. Wê weqtê aqlî pismamê min temamî wenda dibe. Ji xwe ku hanîn bibû dîn. Pir ser daketin, birne doqtora, şêxa, nexweşxana, ku çi kirin qet pêşketin dest nexistin. Her ku çû vaxerab bû. Dawîyê da rojekê xwe dar da kir. Di axurî me da, ez çû bûm ku heywanan derximederva min ew dît. Îfada ser rûyê wî qet pêş çavên min nare. Pir tiştên wanî qewimîn. Malbatame jî belav bû, çû…Antony, dengê Abdulbaki di cîhekî da dest bi helandinê kir. Gûmîneka bê wate û vala guhêmin tije dikirin. Li wir, niha, li sempozyumê veqetîyame û li balafirgehê ku min sîyarbûnabalafirê dipa, bi dehan mirovên wekî Abdulbakî ku bi sedan çîrok min li wan guhdarî kirîye,mêjî min hanîye rewşeka cîhekî ku agir têda dadan e. Her ku wana têne bîra min, bawerîyamin hîn zêde dibe ku, ew kesên ku karî wan bi wan ra fantastîk tê xuya, van kirinên ku dikinbi wana xwe ra mîna karêkî dibînin.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!