Yek û HemûMukaddes’ê raRoja şemîyê bû. Yekem hefteyê şibatê bû, lê rojeka mîna ku ji bihari da mayî bû. Ne rojêdişewitand ne jî sermê dicemidand. Vira berê taxeka kolit bûye. Ku îzna îmarê derket şundamüteahîda êrişa vir kirin û vira kirne zevîyeka avahîya. Hîn jî mimkun bû ku mirov kariberasta hinek kolitê perde pêxistî û çira vêketî were. Vira taxeka mezin e, ji sala şêştan virdagundîyên Çorum, Tokat, Sivas û Erzincanê koçberî vir bûne. Hevala min ku got ‘zarok hinekîkeherîye, tu tenê here’ erka danûstandinê min ra ma. Derketim. Ku ji mal dertêm, hesamahremîyetê belav dibe. Yekcara li kolana ez xwe tazî hes dikim. Memûrên navhalî, esnafêntaxê, koçberên ku hîn rengê xwe ên gund diparêzin, zarokên wan ên ku sosret xuya dikin,bermayînên înşaata, çamûr, xwelî, wasitayên kesos şikestî, serî gavê qafeyên înternetê…çume bazara taxê. Taxûrka ku minji paş xwe dikişand nîvçe bibû. ‘Sêvên tund in? Bira vanabuzxanene, mîna kêvirin, çend kîlo?’ ‘bide du kîloya bila tevlihev be.’ Firoşkar di paş tezgehda sêvên biçuk û xirab bi hêz dadigirte turik, ji ser milê min da dengekî belengaz, got ‘kurêmin tika dikim min ra jî tê karibî kîlok sêv bikirî?’ Zivirîm, yekî rû qermiçî, westîyayî, rûyekîkal, porî xweyî boz ku ser guhê wî girtibû, xwedî saqokî kevn, xwedî gomlekekî ku berstûhincirîbû û bişkova dawî jî girtîbû, mirovekî ku xwe ragirtîye gopal û ser linga sekinîye. Bilalikî min pê ra kot ‘dibe apo.’ Min firoşkar ra got, ‘tu karî kîloka din jî bipîvî?’ Ez dîsazivirîme mirov û min lê pirsî ‘tu kîjanî dixwezî?’ got ‘ferq nake lawê min’ û stûyê xwe xwerkir. Min lê pirsî ‘bila tevlihev be apo?’ got ‘dibe lawê min.’ Min tûrik dirêjê kir. Got ‘ gelekîspas dikim lawê min’ û dûr ket. Ketme nav qelebelixê. Ku min muz û kestane kirî şunda jibazarê derketim. Vira gelekî bi meyîl bû. Taxûrke tije bû, bi tews meşandin pir zehmet bû. Kuez ji hevrazê daketim min taxûrk da kêlekê û cixarek vêxist. Ên ku li wira derin tên dinêrimlewra di çavên min da tiştekî din. Ew jî çîye, apî bîstekî berî niha. Di dest da tûrik, bi zehmetî
ji hevrazê da dadikeve. Ez ferq nekirim û derbaz bû. Ji paş va min dest bi şopandinê kir. Virapapura ku otobus û mînîbus dertêne rawestgeha dawî ye, papura yekemîn e. Cîhî ku hevrazêdest pê dikir dibû çetel. Jêr pir zêde tîk e û kolaneka teng têda dadikeve. Cîhî ku newaldiqede, jêr wiraye. Di newalê da kolitê ku hatibûn kamû kirin bilind dibûn. Kolan, çend sedmetre şunda digihîşte bulwarê. Derdorê bulwarê bi dehan qatî avahîyên nav sîteyan da…Mirovî kal di cîhî ku rê dibû çetel da bîstekî bêhna xwe girt şunda bervî xwe da jêr. Ji paş dadîsa bi gavên hêdî min ew şopand. Va hevraza hînî bi zehmet e. Ku mirov dadikeve qey tudibêjî niha ji jor da mirovê bikeve û ê loxa jêr bibe. Qembûra xwe hîn derdikete holê. Taxûrkamina bazarê her ku diçû giran dibû. Bi zehmetî em li hevrazê peya bûn. Mirov tam daneketenewalê û li pî rast kete rêyeka şiverê. Ez jî paş da çûm. Kolanên tije zarok bûn. Kêfa rojekagerm derdixistin. Zarokên xasî, ên ku ji sermê hinarikên xwe qelişîne, bi çilm û solnaylon…jinpîra ku ber malê da xwe daye tava rojê, divê a ku firaqa dişo bûka wê be. Her kesli min dinêre. Mirovî kal, di şiverêyê da gelekî çû şunda dawîyêda ber holikeka ku bitenekeyên run hatibû girtin sekinî. Mîxê ku derî girtibû bi zehmet bada, vekir, kete hindûr ûderî girt. Hêdî hêdî nêzikê bûm. Taxûrka bazarê hêdîka berda kêlekê. Bîstekî bêbiryar mamdûra min li derî xist. Min gelekî pa. Vebû. Mirovî kal ku ez dîtim şaş bû. Min got ‘merhabaapo’ got, ‘aleykum selam lawê min.’ Min lê pirsî ‘ ez karim di hindûr kevim?’ Ew jî demekakin bêbiryar ma û got ‘ fermo lawê min’ rê da min. Min got ‘sax be’ û ketme hindûr. Lihember qenepeka kevn, li pî rast, erdê ocaxek, li ser çaydankekî alumînyum, di dîwarîqontplak da nîgareka reş û spî a jineka ciwan, di nav çarçoweyeka kevn da, li erdê jîhesîrek…ku derî girt şunda got ‘fermo lawê min derbaz be rune.’ Ser çimekî qenepê runiştim.Ser çimî din jî bi xwe runişt. Mîna ku min bêmunasebetîyek kiribe fikirîm û teng bûm. Min lêmêzekir ku stûyî xwe xwer kirîye û bala xwe daye erdê. Hinekî din şunda bala xwe da min, ezhinekî parzinandim, bi çavên xwe min ra ewrekî dilovanî şand. Kesereka kur kişand û pirsî ‘têsêvekê bixwî.’ Min got ‘sax be’ Rabû, di tûrik da sê sêv derxist, kire firaqekê, bi avê şuşt, liser qenepê kêleka min berda. Min lê pirsî ‘ Apo tuyî kuderêyî? Got ‘ezî ji Vartoyê me lawêmin’ min got ‘wusa ye’ got ‘belê ma tu wa derana zanî.’ Min got ‘bavê min, li erdhejê şundakoçberîya Malatya’yê bûye’… pirsî ‘nexwe win jî li wa deranin’ min got ‘belê lewra qet minwa derana nedîtî ye.’ Dîsa keserek kişand. Min lê pirsî ‘hun çaxtê hatine va derana’ got, ‘ezerdhejê şunda hatime vira’ min pirsî ‘tu malnîşî?’ got ‘na’ min dîsa lê pirsî ‘ karî te çi bû, te çidikir?’ got ‘ ez hostayê dîwara bûm’ û servakir ‘lê niha ez nikarime bixebitim.’ Demekê embê deng man. Min lê pirsî ‘ zarokên te ên kuderêne’ got ‘ zarokên min tunene lawê min.’ Minbin çavan ra li nîgara dîwêr nêrî. Wî jî li nîgarê nêrî û got ‘ navê wê Sinem bû, di erdhejê damir.’ Min got ‘Yaa, bila serî weyî sax be.’ Got ‘em hîn nû zewicîbûn, em di mala bavê xweyî
- Page 1 and 2: Eyan BeyanNiviskarSadık Yalsızuç
- Page 3 and 4: Eyan BeyanTu derya yî, ez berava t
- Page 5 and 6: Te hezkirin ji te da bûyîn bû.Ji
- Page 7 and 8: li te dinêrî min tiştên ku ne b
- Page 9 and 10: tinê perpitîyan. Ancax te karibû
- Page 11 and 12: Vaya, her kesî zêdetir Richard, t
- Page 13 and 14: Şathîyye‘Min got ‘deqakê bij
- Page 15 and 16: nabînim. Niha bitenê dema ku te m
- Page 17 and 18: Ma vana sî ne? Ku sî rastîye şe
- Page 19 and 20: dibe…teva bi mîlyonan denga dibe
- Page 21 and 22: mezin dibînim. Berva darê dimeşi
- Page 23 and 24: Li min ku kî dibe ez, wî di min d
- Page 25 and 26: dîyar nekim ser vê mîna ku ez ax
- Page 27 and 28: hilkişîyame oda xwe. Ser piştê
- Page 29 and 30: hezdikim…guhê min mîna ku tije
- Page 31 and 32: Hefteyî duyemîn a îlonê, êvare
- Page 33 and 34: narencî bû. Pozî xwe pirî gir b
- Page 35 and 36: Min tim xeyal didîtin…min ew ke
- Page 37: oj hatin û derbaz bûn, ku derbaz
- Page 41 and 42: Li Mirî ra ÇîrokAkif û Melahat
- Page 43 and 44: wî bi cêwîya ra avis mabû, wê,
- Page 45 and 46: Çîyayê AqilEz ji te da dihatim.
- Page 47 and 48: ‘Erê’‘Başe. Mêwe ku di dar
- Page 49 and 50: Got ‘raweste,’ mîna ku sîlek
- Page 51 and 52: Qasî bilindîya çîya pêt berz d
- Page 53 and 54: Tiştên xwe bona te, te jî bona x
- Page 55 and 56: Li wir ku li dinê mêze dikim, bed
- Page 57 and 58: Telefon lê ket. Sekreter bû. ‘E
- Page 59 and 60: hene. Navbera hebûn û tûnebûnê
- Page 61 and 62: Menzîla Ku Te Ez ŞewitandimNiha l
- Page 63 and 64: Rasta cilekî te, xişirekî te tê
- Page 65 and 66: s û mişkŞekirêmin dawîyê da t
- Page 67 and 68: imîne mêrik ef kirîye û hanîye
- Page 69 and 70: Xanim (bi dengekî tije êş) hanî
- Page 71 and 72: Ji piranîyê Kînaye‘Wateya çar
- Page 73 and 74: dibin. Hozan li wî robarî tîpan
- Page 75 and 76: Mirov ku radikeve mîna ku bi temam
- Page 77 and 78: Gûmîn Uğultu Gevizandin Kıvranm
- Page 79: Tebitî Dingin Tengezar SıkıntıT