12.07.2015 Views

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

nizanibû, merivekî xwe jî hat, wî li bajêr esnafî dikir, me ra wergêrtî kir. Cuzdankî nasnameyaAbdulbakî bavê wî dereng derxisti bû, bona ku zû here eskerîyê çar sala biçûk nivîsandi bû, bivî awayî xort şanzdeh salîya xwe da xistibûn bin çeka. Li çekan hez nedikir, mirovên ku bikîjan armancê be bila bibe, hevdu kuştin bê wate didît. Rojekê vaya çawîşî ku fêrbûna çekandikir ra gotibû. Li wî gelek kotek xweribû. Bi vê jî nesekinîbû, fermandarê liqê ku bihîstibûhim ceza dabû wî him jî tim şandibû pevçûn û întîqala. Dema ku dişandin întîqalê, bi mehanser çîya digerîyan û bona nêçirîya dişmin bikin li wir diman. Dibêje yekcara sê hefta me botdi lingên xwe da dernedixistin û teva cila radiketin. Ser hev du seeta bê rawest raketin qet nemimkun bû. Di bin kona da razan pir kêm bû. Ji xwe întîqal wek navî xwe her tim cîhguhartin û ger bû. Min lê pirsî, hun li çi digerîyan. Got, Neyar. Neyarî çi? Got nizanim. Çitoyanê? Merivî wî wergêr got, camêr, Abdulbaki heta weqta eskerîyê li çîya dijîya, yek şivanêpenç şeş gundabû, kerî xwe gelekî fireh bû, pir kêm dihate mal, her tim li çîya dima. Wê demêemên li oda mîvanan a bavê vî mirovî ciwan bûn. Di hindûr da bê min her kesî titûna Muşêdipêça û vedixwer. Hindûr veguherîyabû oda gazê. Min pirsî, em hinekî derkevine derva, emêhinekî bêhna xwe bigrin. Got dibe, em derketin. Mala wan nêzika goristana ku li ser gir bû.Mezin, zinarên yekpare, kinik, darên sosret ên ku li bedenê hatibûn jê kirin, girên tazî ku hetaçav karibin bibînin dirêj dibûn di şewqa hîvêda dihatin şuştin. Ezmanî zelal bû. hîva tije ya kuber çavan nediket, rêzeçîyayên gund dirêj dibû, girên bê dar bi tûlekî lacîwerd hatibûnnixumandin. Berva goristanê meşîyan. Bêhneka tûj kete genzî min. Min lê pirsî, va çî ye?Mirovî ku wergêrtî dikir got ahpun e. Min fêm nekir? Got biborîne va bêhna guyê heywanane.Va komira meye, zivistanê em vana vêdixin. Tevî bêhnê dîsa jî oqsîjeneka bi tazyîq kezebame tije dikir. Derdor bêdeng bû. Yek cara hewhewa kûçika dihat. Abdulbaki ser sînorîgoristanê ser zinarekî runişt, li ezmana mêze dikir. Stêrk çiqas ên nêzik bûn. Min li rûyêmirovî ciwan mêze kir. Min li ser rûyê wîyî bixem da îfadeka tije bêrî dît, bê teraş, ku dişewqa hîvê da bi şîna şevê hatîye boyaxkirin. Ji kûr da keser kişand û got ‘pir zore pirzore.’Bêhna xwe bi peyva zorê ra tev berda. Bêdeng min li merivî wî pirsî, çi dibêje? Got,dibêje pir zore. Ê ku zor bû çi bû? Bêdeng mam. Merivî xwe got ‘derdekî Baki heye.’Bêdengîya xwe min domand. Mirov got ‘di paş vî girî da gundekî bi navî Hunak heye,evîndara keça axayê wî gundîye.’ Eee min got ‘pirsgirêk çî ye? Mirov, Baki zewicîye sê jîzarokên xwe hene.’ Belê bi rastî jî zor bîye. Xanima wî dotmama wî ye, a zor jî va ye.Abdulbaki di berîya êlegî xwe da titûn derxist û cixareka stûr pêça û vêxist. Bêhneka kurkişand şunda dûman berba kir. Bayekî dîyar nedîyar dihat. Hewa qasî ku necemidîne hênikbibû. Çîroka esil a Abdulbaki ku şeş meha girtî, heşt meha jî dubare kirina eskerîyê şunda destpê dikir. Weqta ku dike biçûya eskerîyê zarokî xwe yî yekem hatibû dinê. Ku hate îznê pîreka

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!