12.07.2015 Views

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Rasta cilekî te, xişirekî te têm.Ku ez dikevime kîjan odê di wir da li te nîşanekê dibînime.Vira bi te tijeye.Derî lê dikeve. Tiqirtîyeka sosret. Mîna ku şaxa dareka wîşneyê a zirav û hişk xwe bi camêbide. Sankî bi derbeyên sivik lêdidin. Her ku pêve dibe û lêdide mirov hestdike ku ba hatiye.Derim ber derî, vedikim, kesek tuneye. Bi tenê ba ye. Çamên pîramîda dadilêsin, wana xahrdike, bi wan va dibe û yek tiştên wan diqopirîne, perçê ku digre davije ser axê, pişta fîdeyênsêva ên qels û biçuk kahr dike, dîwaran, çîman, kevirên ku pêşda di valatîyê da dirêj dibin,zinarên bikevz, kekîkên hişk, stirîyên mor, çîtên ku hinekî pêşda mîna sîya tenhatîyê a kumala ser qatekî dordipêçe di nav baxçeyî mezin da, girî ku ew lê dinêre, çamên paşda,lojmanên eskera, nexweşxanê, di nexweşxanê da nalînên eskerên ku ber êşan digevizin, kumerîya wira derbazkir, çola ku heta çav karibe bibîne dirêj dibe, gîhayên ku zer û nîvi hişkbûne, kêzikên ku di bin wir da hêvîya destpêka biharêne ku xwe vejînin, kormişka ra, rovîyênku bona zikên xwe têr bikin bi çav sorîyê dizivirin, xecxecokan ra, avahîyên fabrîqayênçîmento û ocaxên kevira ên ku hêlînên xecxecoka hilweşandine û kevir perçe kirine, rojingênwan ra, dûmana ku wana bilind dikin ra, belkî kaşdike kilometrekê wêda sîteya sê avahî ênser yanzdeh qata, perçeyên biçuk ên bêhejmar tevlihev dibin, her tişt kevin dibin, perçe dibin,hûr dibin, vediguherine xwelîyê û tevahev dibin. Di nav vê tevlihevîyê da nihêrînê xwedikişînim, der tême qatî sêyemîn.Li vira bitenê nîgareka te heye.Qet cilên te tunene.Ez nagême dengî bayê ku derî min dixe.Di odê da bayekî ku deng û bêhna te digerîne, bi bêdengî ba tê. Ez dibînim ku di vê menzîlêda şopên ku min şunda berdane paqiş dibin. Niha ezî di menzîla xweyî nû da me. Hinekî berîniha gihîştme vira. Li vira dareka gûza pirsalî ra hevnas dikin. Dişibe mirovekî kal ku piştaxwe hatîye tewandin, diranê xwe hatine weşandin, çermî xwe hatîye melandin, û li dinê pirwestîyaye. Mîna dest maç kirina wê, ez şaxên ku ava xwe hatîye kişandin mistdidim. Her kuez wana mistdidim, dixebite gulîlka bişîne çimî wê. Wan ra xwe ditewînim û guhdarîya wandikim. Dibêje, dermanî derdê evînê terk-î can dike. Dibêjim, ma ji xwe derd dixweze canbikşîne. Dibêje, terk-î can dibêjin dermanî muteber ê vî derdî ra. Dibêjim, dengî te pir kevnbûye. Dibêje, ez tamarekî ku deryayêra vedibime. Wextekê kevirekî ku di sîngê da robardipejikîn bûm. Niha li vê menzîlême. Dibêjim navî vira çîye. Dibêje, agir e. Ku ez temasa wêdikim şewitandina min destpê dike. Min dişewitîma lê dibêjim. Dibêje tuyê li vira bişewitî. Li

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!