12.07.2015 Views

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Qasî bilindîya çîya pêt berz dibû, ku bi çi diket dişewitand û diheland.Fikirîm ku divê kok vira be.Ne mimkun bû ku ezê karibim vê derbaz bikim.Sekinîm. Min bala xwe da pêta. Agir mîna ku dixwest bigehîşe dawîya xwe bilind dibû.Bêçare min dest bi payînê kir.Demeka dirêj bi tenê min pa.Agir vêdiket, qet tiştek nedigûherîya.Min çavên xwe tarî kirin û xwe berda.Ez nedişewitandim. Di nav da bi rehetî karibûm bisekinîyama. Min nêrî dalanek. Ketmehindûrî wê, demekê meşîyam. Ku ez derketim min mêze kir ku cilê ser min hatineguherandin. Vana cilên agir bûn.Çito bû min fêm nekir.Rêya min ser gundekî ket.Dînek derkete holê got, ‘begê min tu gehîştî dawîya rê.’‘Ma vira aslê mine yanê?’‘Tu wî çîyayî dibînî?’Mêze kir, çîyakî bilind ku di sertapê da berf heye, hetanî silsilekê dirêj û bilind dibe.’‘Erê.’‘Wira aslê te ye.’‘Navê wir çî ye?’‘Wira ra dibêjin aqil. Wî çîyayî ra dibêjin aqil.’‘Aqil?’‘Erê, aqil.’Mirov nişkava ber çavan wenda bû.Ez dîsa bi xwe ra mabûm.Min li çîya mêze kir. Wira ye nexwe. Lê wira çîyayeke. Nexwe eslî min çîyak bû. Nexwesertapa çîya bûm. Dawîya vê rêwîtîyê ê wusa bûya? Mîna vî çîyayî min pir çîya dîtibûn, wanaderbaz kiribûn. Niha rêya min bi çîyakî dawî dibe. Va çi bû? Ma aqil çîyak bû? Bitenê, serîxwe bilinda ezmana kirîye, çîyakî ser bi berf bû?Min avahîyeka kevn a îbadetê dît.Derî xweyî vekirî bû. Ketimê.Min mêze kir, di şêmuga pencerê da ku hindûrî xwe ronik bû, pirtûkeka stûr, kevn.Banga min kir got ‘were.’Ez şaş mam û pêş da çûm.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!