12.07.2015 Views

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

ser bajara ket, ji şiverêyên li çîya ku ew dorpêç kiribûn ji wir da meşîyam. Min li wan mêzekir, neketime nav wan. Ku ez di şiverêyên ku şewqa hîvê şuştibû da dimeşîyam rastaheywanên daristanan dihatim. Wana ez nas dikirim. Pir sosretbû ku heywanên herî bi wehş rêdidane min. Di navbera vê helwestê da gelekî min rê girt. Îcar rêya min ser golekê ket. Vira dinav newalekê da, di nav hêşinahîyeka zimrûd da bihûşteka şipîşîn bû. Daketime kêleka golê.Dema ku ez nêzika golê bum min ferq kir ku di golê da keçên li hevdi rindiktir û balkêş, şilf ûtazî xwe dişuştin. Ji hindûrî min da sûretek derket, gavekê pêş min da ez kişandime wira.Dengî asil ku ji hindûrî min da dihat, ‘na’ got, ‘mere, rêya xwe dermekeve, hîn pir rê heye kupêwîste tu tê da herî.’ Sûretî pêş min da ‘qet guhdar meke wayî’ digot, ‘min bişopîne. Viradawîya rê ye. Tu gehîştî xelata ku ewqas tengezarî te kişandibû. Min bişopîne.’ Jinên kudûrva ferq kirin, mîna sûretî min banga min dikirin. Dengî asil ku ji hindûrî min da dihat bermin digerîya, ‘kerema xwe wî guhdar meke, guhdarîya min bike. Tu dûra rêya xwe ketî, paşda vegere.’Ez cîh da sekinîm. Ez bi fikra ku bigehîşme destpêka xwe rê ketibûm. Armanca min ew bû.Pêwîste ez bisekinim. Ezî di bîsteka bêbiryar dabûm. Valatîyekê şunda biryar derket.Vegerîyam. Ku ez vegerîyam sûretî min paş da ma. Ku ma, digot, ‘min ber mede, dixwezimvegerime cîh xwe, min ber mede.’ Dengî asil di hindûrî minda got, ‘qet vemegere, wî berde.Ku tu ber nedî nikarî rêya xwe dewam bikî.’ Divê ku wira cîhê rawestgeha berdanê bû.Bîstekî dîsa nefikirîm û min ew berda. Nûva bona ku ez rêya xwe kevim hilkişîyame gir. Herku ez meşîyam dengî sûretî min helîya, helîya û wenda bû. Ez berva xwe dimeşiyam. Aslî minser rê hêvîya min bû. Teva wî bûm û min xwe teva wî kir. Berdewamîya rê kir.Her ku dimeşîyam wana dihatne veşartin.Her ku min rê digirt dihatme nixumandin.Navbera min û wan da perde zêde dibûn.Min dibihîst ku digehîşime destpêkê. Va hesta mîna pusulayê, tiştekî ku nêzika min dibûradigehand.Min xwest navekî li wî bikim.Min got ‘aqil.’Toximî heyînîyê destpêka wî bû.Ji mêwe derketibûm. Ser kûlîlkê ketibûm. Derbazî pelçê bibûm. Dîsa divê vegerîyama wî.Ew kok bû.Ew niqta daîrê a yekem bû.Berva wî dimeşîyam.Îcar rê ser newaleka kur a agir ket.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!