turbe, mescîdên biçuk ên ku wenda dibûn di nav keskê da, yek û tenhê da rudiniştin, raborîyê,zarokîyê, îro, evînên nemir, bêbextîya niha, bêhêvîtîyê, gihîştandina du dilên wekî du derya,tevlihevbûna du bedenên bi bengî, îrada heyînîya zarokan û hevdu kişandina du heyînîya, livan malên kevn ên ku têda hîn çira vêdikevin pencereyên wan me dinêrî û jîyandinin li wirem difikirîn û diaxifîn.Siba roja şeşemîn em vegerîyan. Dîsa min serî xwe da ser sînga wî, raketim.Di xewnê da çavên xweyê ku ji te ne, porî xweyî bi pêl wekî kestanê ku ji min e, min keça medît.Dûra ewrek derbaz bû, li ser rêya asfaltê ku di çolê da dirêj dibû, otobosek sekinî, jinek ûlawikek di pencerê da avitin ser zinara. Lawik li erdê ket, serî xwe perçe bû, bedena xwe lîmelîme bû. Destên xwe, pêçiyên xwe, her perçekî xwe li alîyekî ket.Bi qîrîn xwe hesîyam. Di nav xwêdanê da mabûm. Tu jî radiketî, bitirs xwe hesîyay.Ji vegerê mehekê şunda nexweşîya min derengîyê ket, min li eczexanê testek kirî û çend caraew testa dubare kir şunda, dema ku min tera hevdîtin pêk anî, tirs û wesweseya ku li ser rûyête venabû mêzekir, te ra cara yekem min gotibû ‘lanet be ew roja ku min tu naskirî’. Wîhefteyî me hevdu xwer. Min ne dixwest te bibînim. Min li te nefret dikir. Prowayênceribandina lîstika me destpê kiribû, bona ku ez xwe îspat bikim derfetek derketibû pêş min,min nikaribû dewam bikira, dîya xwe gerîyam, ‘tu zanî keça min’ gotibû, ‘hêvîya xwe li bavîxwe bibire’; min xwe hepsa malê kir, min ne dixwest kesekî bibînim…dûra ew roja hat…tuhatî…Ez derneketim. Sibelê pir israr kir. Ji ber girî çavên min verimîbûn. Mîna ku kezeba min jêkin. Di hindûrî min da tiştek hebû, canek, ruhek, te wa hes nedikir. Te wa nedixwest.Min waya wekî êşekê di hindûrî xwe da dikişand. Haca wi li qet tiştekî tunebû. Ewî çito bû,ruhê wî hebû, hes dikir, dişibîya çi, keç bû, porê xwe dişibîya min, çavên xwe dişibîyan te, teçi ma ew nedixwest, çi ma te ez xwestim, bi min ra bûy, çi ma hîn tuyî zewicîbûy, bi pîrek ûzarokî xwe ra jîyan dewam dikir, çi bibû li min, min çi ma ewqas li te hez dikir, va çi bû, evînçi bû, bengî çi bû, çi min dikişand, min xwe çito wenda kiribû, li min çi dibû, va cana çitohindûrî min da peyda bû, min çito nikaribû wayî biparêzim.Min çito nikaribû wayî biparêzim.Wayî min nikaribû biparêza, ew heyînîyî ku hîn nikaribû pifa ruhî xwe bike, te çito li minstand?Em çune Ayranciyê, kolanekê, cîhekî qatî têketin a avahîyeka kevn. Hiç nediaxifîn. Rûyê tevalabû. Qet tiştekî xuya nedikir. Ji xwe min qet li te mêze nedikir. Yanê min tu nedidît. Minkesek nedidît. Cerrah mirovekî mîna kalekî gêj bû. Rûyê xwe dişibîya mêrkuja. Rûyê xwe yê
narencî bû. Pozî xwe pirî gir bû. Çavên xwe yê kort bûn. Enîya xwe yê sor bû, mîna pincêr.Pirî pelte bû. Geweze bû. Hevşîre jinpîr bû, pîrhevok bû.Ez xerbilandim. Tu li wira, li salona payînê a têketinê da benda min bûy.Tu tinê benda min bûy, ez ne ya berê bûm.Min xwe li wir berda, te ez berdame mal.Devî Sîbelê kêrê venedikir.Texmîn dikim ew jî hinekî ber te diket û lit e nefret dikir.TiştekŞemitîÇû.Min li ezmana dinêrî. Demeka dirêj, qet çavên xwe lê nebirîn, mîna ku çavên xwe mîx bikimlê dinêrî,tişteknişkavaşemitîdi mista min da çu,min ew revand,ji hindûrî min daşemitîçû.Min ew wenda kir. Ew êdî ne ya min bû. Ez ne wa bûm. Ez ne ê berêbûm.Hindûrî min vala bibû.Canî di hindûrî min da vemirîbû.teva wî canîtiştekji çavên minherikî ûçûbû.
- Page 1 and 2: Eyan BeyanNiviskarSadık Yalsızuç
- Page 3 and 4: Eyan BeyanTu derya yî, ez berava t
- Page 5 and 6: Te hezkirin ji te da bûyîn bû.Ji
- Page 7 and 8: li te dinêrî min tiştên ku ne b
- Page 9 and 10: tinê perpitîyan. Ancax te karibû
- Page 11 and 12: Vaya, her kesî zêdetir Richard, t
- Page 13 and 14: Şathîyye‘Min got ‘deqakê bij
- Page 15 and 16: nabînim. Niha bitenê dema ku te m
- Page 17 and 18: Ma vana sî ne? Ku sî rastîye şe
- Page 19 and 20: dibe…teva bi mîlyonan denga dibe
- Page 21 and 22: mezin dibînim. Berva darê dimeşi
- Page 23 and 24: Li min ku kî dibe ez, wî di min d
- Page 25 and 26: dîyar nekim ser vê mîna ku ez ax
- Page 27 and 28: hilkişîyame oda xwe. Ser piştê
- Page 29 and 30: hezdikim…guhê min mîna ku tije
- Page 31: Hefteyî duyemîn a îlonê, êvare
- Page 35 and 36: Min tim xeyal didîtin…min ew ke
- Page 37 and 38: oj hatin û derbaz bûn, ku derbaz
- Page 39 and 40: ji hevrazê da dadikeve. Ez ferq ne
- Page 41 and 42: Li Mirî ra ÇîrokAkif û Melahat
- Page 43 and 44: wî bi cêwîya ra avis mabû, wê,
- Page 45 and 46: Çîyayê AqilEz ji te da dihatim.
- Page 47 and 48: ‘Erê’‘Başe. Mêwe ku di dar
- Page 49 and 50: Got ‘raweste,’ mîna ku sîlek
- Page 51 and 52: Qasî bilindîya çîya pêt berz d
- Page 53 and 54: Tiştên xwe bona te, te jî bona x
- Page 55 and 56: Li wir ku li dinê mêze dikim, bed
- Page 57 and 58: Telefon lê ket. Sekreter bû. ‘E
- Page 59 and 60: hene. Navbera hebûn û tûnebûnê
- Page 61 and 62: Menzîla Ku Te Ez ŞewitandimNiha l
- Page 63 and 64: Rasta cilekî te, xişirekî te tê
- Page 65 and 66: s û mişkŞekirêmin dawîyê da t
- Page 67 and 68: imîne mêrik ef kirîye û hanîye
- Page 69 and 70: Xanim (bi dengekî tije êş) hanî
- Page 71 and 72: Ji piranîyê Kînaye‘Wateya çar
- Page 73 and 74: dibin. Hozan li wî robarî tîpan
- Page 75 and 76: Mirov ku radikeve mîna ku bi temam
- Page 77 and 78: Gûmîn Uğultu Gevizandin Kıvranm
- Page 79: Tebitî Dingin Tengezar SıkıntıT