12.07.2015 Views

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Berhewa bû. Bi peyvên wî ez nikarim wekî wî bikim. Min li peyvên xwe nêrî. Wana qasî kukaribin ji destên min bigrin, tunebûn. Di vê helwestê da ez nikarim vegerime destpêka xwe.Lewra fikra min, ezê karibim derkevime rê.Roj ne disekinîn diherikîn û diçûn. Kalikî min ku çito hatibû wusa çû, şevekê, çend heftebûnku di nav nivîna da heliyabû û bedena xwe a ku zêde bêhal mabû berda û firîya çû.Dema ku wî ruhî xwe teslîm dikir, bidom qet min çavên xwe li ser nebirîn lê mêze kir.Derîyên bedena wî vebûn, çûkî ku di hindûrî wî da xwe davit firîya çû.Tiştî ku çû paşva giranîya xwe berda.Niha kalikî min bi temamî divê ku gehîştîye destpêka xwe û dordayîna xwe temam kiribe.Wî ku digot gehîştin belkî dixwest vê bine ziman.Ji mirina kalikî min şunda bavê min hinekî din bêdeng bû. Ji xwe zêde ne diaxifî û em guhdarnedikirin. Di halî xwe da mirovekî bêdeng bû. Lê niha mîna ku zimanî xwe wenda kiribe.Niha min bi çavên xwe didît bêdengîyeka mirovekî ku çito derdora xwe bêdeng dike.Wana di destpêkê vir da yek tişt li min vedişartin.Wê helwestê dewam kir.Sibekê ji mal da derketim. Demekê di rêyeka ku hatibû dîyar kirin da meşîyam. Mala me liber çava êdî dike wenda bibûya, zivirîm careka dawî minli wira mêzekir.Li wê ji vê rewşê da ku mirov lê mêze dike wekî rawestgehekê min ra xuya dikir.Li wir demekê mabûm, niha min rêya xwe dewam dikir.Madem ez rêwîyek bûm, divê têkevime rêyekê û rêya xwe bi xwe bibînim.Li ser min da qat bi qat cil hebûn. Barî minî giran bû. Ez ser xwe da xahr bûm. Hindûrî xwenêrî. Bi sedan, hezaran peyv dîtin. Çiqas tiştnê min hebûn. Bona her bîstekê min rengdêrek,cînavek, lêkerek, kiryanek hilberandîye. Gelekî pêvayê min, zêdebûnên min hebûn. Bona herrewşwkê peyvek, bona her cîh û demekê xwedî hokerekê bûm. Çiqas zêde peyvik, kîte,tîp…çiqas pir xeml û xişirê min hebûn. Çiqas pir dîmen ketibûn çavên min. Ku min li çidinêrî ji wî nîgarek kişandibû û veşartibû. Dema ku min li hindûrî xwe mêze kir min dît ku diwir da bi hezaran hêlînên gêrîkan, bi mîlyaran gêrîkên ku tiştan derekê dikşînin dereka din,dîmenên bêhejmar ku ser hevda kelijîne, qasî ku nayê hejmartin peyv bûne yek, ku peyvanmehşerek pêk hanine.Êdî min karibû bidîta, tiştî ku min lê mêze dikir hindûrî wî min didît.Li ser rêya min di rawestgeha yekem da, dîwarekî ez pêşwazî kirim.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!