Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
dm, cara pêşin ji aliyê kê ve û li kêderê hatiye gotin. Ji ber vê

yekê, em dibêjin "stranên geli", "çirokên geli" û wd.

Nuqteya diji ev e ku di edebiyata Kurdi ya klasik da, li gora

adetê wê demê, gelek payvikên Erebi û Farisi hatine karanin.

Lê di folklora Kurdi da peyvikên biyani hema hema qet tunin.

Tenê hin peyvikên Erebi yên ku ketine zimanê peyvinê û bi wi

awayi ji zimên ra bûne mal, di hin beşên folklorê da ci girtme.

Ewji pin- pirr kêm m. Stran, çirok, pêkenok û wd yên Kurdi yên

geli gişt bi Kurdiyeka xwerû hatine afirandin; yani gundiyên

Kurdistanê çawa dipeyivm, ewji wisa hatine afirandin û wisaji

gelê Kurd ra bûne mal.

Me jibo vê gotara xwe çar tewirên hunerê bijartin. Ew her

çar tewir ev m:

1- Salixdan û şibandin.(4)

2- Di salixdan û şibandinê da mubalexe.

3- Biranin.

4- Hevtipi.

Em'ê hêz bidin xwe ku di vê gotara xwe da, ji van her çar

tewirên hunerêji edebiyata klasik li folklora Kurdi hin minakan

ji xuşk îi birayên berrêz ra pêşkêş bikin.

SALIXDAN Û ŞIBANDIN

Di edebiyat û folklorê da yek ji awa û tewirên hunerê, salixdan

e. Dema ku hozanek yan niviskarek salixê kesek yan rewşek

yan tiştek yan ji ciyek bide, divê bi awayeki wisa salix bide ku

hem bala xwendevanan yan guhdaran bikişine ser wi kesi, wê

rewşê, wi tişti yan ji wi ciyi, hem ji dilê wan ber bi wê salixdanê

bikişine.