Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
qîîfa Erefaf'ê yani rawestana Ii ser girê Erefê. Wek ku tê zanin

heci bi wê rawestanê dibin heci. Melê bi van her du malikan

daye zanin ku, eger ji maçkinna pê û destên yara wi ra mecal

çêbibe, ew wê mecalê bi rawestana li ser girê Erefê nade.

Hozan Laxer ji ramisana gerdena yara xwe weha şibandiye

tewafê:

"Tewafa gerdenê carek mi kir'bîî

Ji bir nakim ewê yekcariyê qet".

Jibo hostayeki mezin ê wek Melayê Ciziri ji ne dfîrê aqil e ku

hunereka weha rûmetbilind afirandiye. Lê belê em dibinin ku

di straneka Kurdi ya geli da ji hunereka weha mezin fi giranbuha

hatiye afirandin. Ew stran straneka Amedê ya evinê ye. Di

wê stranê da ji xorteki Amedi yê evindar ramisana rfîyê yara

xwe şibandiye tewafê fi weha gotiye:

"Derê Çiyê bizengil e

Derê Mêrdina şewiti Ii beranber e, miqabil e

Mi di vê sibekê gewra min a delal ji hemama

Melik Ehmedê derket, por'i şil e

Mi kir ku ez herim tewafa hinarên rfiyan, xana gerdenê;

ji mi ra go: Lawiko, bi aliyê mi ve meyê, iro sê roj e

didanê mi dêşe, rûyê mi j'ber kul e".

"Derê Çiyê" îi "Derê Mêrdinê" du derên sûra bajarê Amedê

ne. Di wê sîira diroki da du derên di ji hene; navê yekê ji wan

"Derê Nû" ye, navê yê di ji "Derê Ruha"yê ye. Ji ber ku Derê

Ruhayê li aliyê rojava ye, dewleta Romê ji li wi aliyi ye, ji wi

deri ra "Derê Romê" ji tê gotin. "Melikehmed" ji taxeka bajarê

Amedê ye. Tiştê ku li vir dibe babetê me ev e ku xortê evindar

ramisana rûyê yara xwe û gerdana wê şibandiye tewafê.

22