Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Ez dixwazim di babetê salixdanê da numiîneya pêşin ji

"Mewlûd"a Kurdi ya Melayê Bateyi nişan bidim. Melayê Bateyi

di ciyeki beşê paşin ê "Mewlûd"ê da deng li Pêxember

kiriye û weha sahxê qenciya wi daye:

"Min hebin sê sed hezar ezman û dev

Yek demê xafil neminim roj û şev

wesfê husna te bibêjim subh û şam

sed qiyamet dê biçin, hêj natemam".

"Wesfê husna te" yani salixê qenciya te. "Şam" yani êvar.(5)

Divê mirov baş bala xwe bide vê hunera mezin a ku di vê parçeyê

da ci girtiye. Eger sê sed hezar ziman û devên wi hebin, bi

roj û bi şev qet yek demekji xafil nemine, sibe û êvar her salixê

qenciya wi bide, ji despêka dinê heta rabûna qiyametê sed car

dem here, disa ew salixdan temam nabe. Hunereka di ya bdmd

ji ev e ku ev salixdana bi vê naveroka ewqas fire, tenê di çar

malikan da hatiye bicikirm. Yani salixê ku niviskareki adeti belki

bikare di rûpelek da bide, Melayê Bateyi bi hostatiyeka mezin

di çar malikan da daye.

Em minakeka salixdana têrhunerjiji dastana me ya neteweyi

"Mem û Zin"ê nişan bidin. Aladarê doza azadixwaziya gelê

Kurd Ehmedê Xaniyê nemir, di beşê 5'an ê "Mem û Zin"ê da

weha pesnê fêrisi û mêrxasiya Kurdan daye:

"Wan girti bi şiri şehrê şuhret

tesxir-i kinn biladê himmet".

Ev her du malik bi Kurdiya xwerû weha ne:

"Wan bi şiirên xwe girtiye bajarê meşhûriyê

Wan dil girtiye welatê xiretê û mêrxasiyê".