Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Henrî Tajfel di berhema xwe ya bi navê 'Social identy and

intergroup relations' (Nasnavê civakî û pêwendîyên navkomelî)

da dinivîse:

"Nasnavê civakî; bi zanebîîn xwe sipartin û tevlêbiîna komekê

ye. Di wî da hestên gîyanî xwedîyê pareka mezin e." Dîsa

Maxime Rodinson di gotara xwe ya bi navê 'Rascisme et ethnicisme'

(Nijadparêzî îî regezparêzî) da dinivîse ku "etnîk: kêm

zêde xwedî kok îî rehekî hevpar e. Di navê da xetên çanda hevbeş,

sazîyên hevpar, axek-erdek, îî ya sereke jî zimanekî bingehîn

hene. Heye ku ji wan hin kêm bin jî". Jean William le Pierrejî,

di berhema xwe ya 'Le pouvoir politique et les langues ' (Hukma

sîyasî û ziman) da, di nava wan hêmanên sereke da, zimanekî

hevpar weka hîm îî sitûna bingehîn bi nav dike. Roland

Breton jî di 'Les Ethnies ' da wiha radigihîne "Etnî wek beravahîji

antropolojîya fizîkî, ziman iî erdekî, ji alîyê strukturê va

jî, ji aborî, civakên biçîn, çand fî şiîîra etnîk pêk tê".

Niha em dikarin bêjin ku sîstema çandî ya neteweyek, ji bîr

û dîrokeka hevbeş, anku hafizeya mişterek çêdibe, wêjeya devkî

ii nivîskî, folkloreka hevpar, muzîka li ser rîtm-meqam û awazên

xweser pêkhatî, xetên coxrafî, kêm caran jî dîn-bawerî sitfinên

sîstema çandî yên bingehîn pêk tînin. Daxwazîya jîyana

bi hev ra fî di nava hev da jî, tê da rolekê dileyîze. Di nava para

çandê da jî huner, sembol, teknîk û avadanî cîh digirin.

Li vê derê dixwazim bînim bîra we, ku ev xalên ku me hinek

berê rave kirin, anku wêje-edebîyat, folklor, muzîk û huner û

hwd, bê ziman weka bêcan ii bêgîyan e. Bi kurtî, em dikann

bêjin ku bê wî (ziman) ev sîstem nikare çêbe û bi mirma wîjî,ji

holê radibe.

Milletekî bêziman çi bi devkî çi bi nivîskî, neşê dîroka xwe

ragihîne, wêjeyekê çêke an berhemekê biafirîne. Ji ber vê yekê

ye ku ziman weka navgîn îi sifetek eji bo bmavkinna komek îi

gelekî. Wek nimîine 'kurd-kurdî, alman-almanî, japon-japonî.

63