Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
derketin û dane xuya kirin, ko xizmayetiya di navbera zimanê

kurdî fi zimanê farisî de ne bihtir e, ji xizmayetiya di navbera

zimanê farisî fi zimanên din ên hindo-îranî de.

Peter Lerch di berhema xwe de, ya bi navê "Forschungen

iiber die Kurden und die iranischen Nordchaldçer" 1 857 li ser

xizmayetiya di navbera zimanê kurdî fî zimanê farisî de wiha

nivîsiye:

"Herdij qurmên zimani (ango qurmê zimanê kurdî û qurmê

zimanê farisî)ji hev gelekî dûr in, belê wan gelek çeng, mil û

çiqulîk hilgirtine, yên ko du malan ava dikin. Endamên van herdû

malan xweji hev nêzîk dikin û êdîji hev têdigihin"

Bi vê yekê Peter Lerch dixwest bide xuya kirin, ko di navbera

hin zaravên zimanê kurdî, fî bi taybetî devokên Kurmanciya

Jêr iî zimanê farisî de, bihtir ji hin devokên Kurmanciya Jor fî

Farisî de, xizmayetiyeke meztir heye.

Hin ,Zimanzanên' Tirkan, bi awayekî çewtezanistî hewldidin,

ko serxwebîîna zimanê kurdî nayînî bikin îi zimanê kurdî

weke zimanekî "bêbingeh, zimanekî tevlîhev, zimanekî ko bi

gelek awan hati be cûtin, peyvên m'Î weke kêstekên koji her alî

ve hati bine ba hev" bidinine xuya kirin (çawa ko raperestê tirk

Bedrî Noyan sala 1982an di gotareke xwe de li serpeyva "Kurd

û Kurdên Tirk" nivîsiye.

Belê ev hewldanên han di cihana şarezayên zimanan de bê

bawerî dimênin, ji ber ew bi rengekî hişkere dibine alavên propegenda

derewan ya dewleta tirk li dijî hebûna zimanê kurdî û

bi vê yekê li dijî hebîina gelê kurd.

Ka li hember vê em li baweriya zanyarekî elman î navdar, yê

ko li zanîngeha Essenê xebat dikir, temaşe? bikin. Vî zimanzanê

elman, Prof Dr. Johannes Meyer-Ingwersen di vê biwarê

de nivîsiye:

"Ev yek bi rastî dêmagogiyeke xurîi ye, gava li Tirkiyayê tim

tê gotin, ko bi xwe Kurd ew eşîrên Tirkan in (Tirkên çiyayî),

yên ko bi demê re "Farisiyeke xirabûyî" wergirtine.

47