Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
LISTA JÊRENOTAN

(1) Ev peyva pêşiyan h hin hêlên Kurdistanê ji weha tê gotin: "Ji

mehan ji salan, şevek mêvanê xalan".

(2) Peyvik: Dengê kuji devê mirov derdikeve û tenê yek maneyek

dide; vvek "ba", "baran", "diçe", "dixwine", "hat", "hatm", "jin", "pirtûk",

"xwarm" û wd. B. Erebi "kelime", bi Tirki "sözcttk", bi tngliziji

"word".

(3) Geli: Tişt yan karê ku têkiliya wi bi gel heye; tişt yan karê ku

aidê gel e, malê gel e, xwediyê wi gel e. Wek "çirokên geli", "pêkenokên

geli", "stranên geli" wd.

(4) Salixdan: Qalkirin iî nasandina kesek yan tiştek yan ciyek yan

ji rewşek bi awayeki zelal û vekiri û têkîiz. Bi Erebi "teswir", bi Tirki

"betimleme", bi Jnglizi ji "description".

(5) Ev, peyvikeka frani ye. Koka wê digije zimanê Pehlewi. Di wi

zimani da ji peyvik "şam" bûye; di Kurdi û Fansi da ji wisa maye. Ji

bil Melayê Bateyi, hin hozanên me yên di ji di edebiyata klasik da

cama ci dane vê peyvikê. Mesela, Şêx Evdirehmanê Axtepeyi, di ciyeki

"Rewduniieim"ê da di heqê Pêxember da weha gotiye:

"Emir hem dikir bo sehabê kiram:

Siyabê sipi werginn subh û şam".

"Sehabê kiram" yani sehabiyên qedirbilmd. "Siyabê sipi" yani cilên

sipi.

Ehmedê Xaniji di beşê 48'an ê "Mem û Zin"ê daji devê Bekir ev

peyvik weha bi kar aniye:

"Yani şev ii roj û subh îl şam in

Hin rohni ne, hinji wan zelam in".

"Zelam" yani tari.

Siyahpoş ji di "Seyfulmulîik"ê da weha ci daye vê peyvikê:

"Di seydê da dibîîrand roj-i ta şam

Welê şeb ta seher mest ez lebê cam".

"Ez lebê cam" yani ji lêvên qedehê. Mexsed qedeha meyê ye.

(6) Doj: Canem; cehennem. Ehmedê Xani, di "Eqida imanê" da

weha ci daye vê peyvikê:

"Mirovê biiman di dojê miqim

bizane ku naminitm, ey hekim".

38