Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
BEŞE DUDUYAN

SIYASETEN DEWLETÊN KOLONYALIST

DI WARÊ ZIMAN DA

Niha jî em werin ser mijara me ya sereke. Dewletên kolonyalîst

û di serî da dewleta tirk, ji damezrandina xwe heta îro,

sîyaseteka çawa di vî warî da pêkanîye. Xasima li hemberê sîstema

çandî ya kurd, di serî da jî Ii ser zimanê kurdî sîyaseteka

çawa meşandîye?

Emê di vî beşî da hewl bidin amanc îi şêweyên sîyaseta etnosîd

(çandkujî) îi lengusîd (zimankujî) raxînin ber çavan. Gelo

ev sîyaset çiqasji alîyê wan va bi serketî ye. Têkilîya wan polîtîkayan

bi giştî bi sîyaseta çandkujîyê ra çawa ye. ?

Berê ku qala sîyaseta Tirkîyê bikin dixwazim hin agahîyên

gelemper pêşkêşî we beşdarên rêzber bikim :

Rewşa zimanan di nava sînorên dewletekê da bi sê awayî

dikare pêk bê.

1- Ragihandina bi zimanekî dî mumkin e. Hemwelatî bi zimanekî

hemwelatîyê dî dizanin. Di warê civakî, karûbar, alfigor,

huner û hwd. da dide distîne. Ziman ji alîyê statu va wekhev

m. Serdestî, jêrdestî tune. Ji vê ra tê gotin duzimanî, pirzimanî

(bîlenguîzm, plurîlenguîzm.)

2- Komeke serdest heye fi zimanê wî di warên bilind da tê

bikaranîn, weka di warê îdarî, aborî fl ragihandinê da. Lê Zimanê

ku bindest e anku xwedîyê statuya nizm e, tenê di malê

da, di pêwendî fî jîyana gundîtî îî folklorî da tê bikaranîn. Endamên

vê komê cotziman in. Lê koma serdest tenê zimanê xwe

yê serdest dizane îi pê diaxive. Ew pêwîst nabîne ku zimanê yê

jêrdest hîn be.

67