Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
. Zarok tenê bi zimanê zikmakî, ne ferî tiştan dibe, ew herwiha

dikare binîrxîne fi biafrîne.

Zarok wiha bi zimanê xwe dikare bi mirovên din re têkeve

nav ragihandin fi pêwendiyan.

Xaleke girin di ferbûn û girintiya zimanê Kurdî nasname

ye. Bi zimanê zikmakî mirov şekil û forma dide nasnameya xwe

û wiha ew risteke giring di girêdaya niştiman de dileyize. Çiqas

mirovek zimanê xwe dizanîbe, herwiha girêdaya wî bi niştimana

wî re, girêdaya wî bi axa wî re heye. Ev taybetîji bo mirovên ku

rojek'e bixwazin wegerin welatê xwe pir pêwist e. herwiha ew

jî ji bo jiyana diyaspora xaleke giring e. zarokekî ku bi zimane

zikmakî dizanîbe, dikare hesantir here welatê xwe û rewşa welate

xwe bizanîbe.

Herwiha zarok bi zimanê bav û kalan dibe endamê civakekê

û civaka xwe bi serbilindî, şahî û şerefeke mezin dinîrxîne û lê

xwedî derdikeve. Yek ji sedemên ku car caran pir ciwan li nasnameyan

xwe xwedî dernakevin, di nasnameyeke negatîf de te

diyarkirin.

Nasname ji bo parastina dîroka şexsî û koma wî risteke mezin

dileyize. Ev jî hinek girêdaya ziman e.

Ziman miraz û xezîna civakê ye

Herwiha zimanê zikmakî mîraz û xezîna civakekê ye. Ev

hemû jiyana dîrokî ya kolektîf, çanda û mejûyê kolektîf diparêze

û dide nesîlên nû. Bîrbûna civakî ya dîrokî bi zimane zikmakî

tê parastin. Dîroka her mirovekî ya şexsî û netewî perçeyekî

jiyana wî ya pêşerojêye jî.

Dîrokeke kolektîf ya rast û bingehî bi zimanê we tê naskirin

Bi zimanê zikmakî zarokek di nav civaka xwe de tê pejirandin,

çand û dîroka kolektîf fer dibe û wê mîrazê di pêşerojê de

dide zarokên xwe.

100