Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
"Tifingên modeli" û "fişekên çapli" di dema Osmaniyan da

navên hin tifingan û hin fişekan bîine. "Mecidi" ji yekitiyeka

peran a Osmaniyan a zivin bîîye îi sipi bîiye, riimeta wê ji 20

quriş bîiye. Ji ber ku ew pere di dema padişahê Osmani Evdilmecid

(1839-1861) da hatiye çapkirm, ew nav lê hatiye danin.

Ji wi navi ji tê famkinn ku ev stran gelek kevn e.

Di vê parça stranê da tiştê ku ji me ra dibe babatê nêrinê, ew

salixdan û şibandin e ku bi hunermendiyeka mezin hatiye afirandin.

Xasma divê mirov bala xwe bide malika paşin, ku tê da

xortên mala Nasir bi zêrên zer ên helandi, dijmmên wan ji bi

komên Mecidiyên zivin ên sipi hatine şibandin. Yani zêrên zer

ên helandi di nava komên Mecidiyên zivin ên sipi da çawa dibiriqin,

xortên Mala Nasirji di nava dijminên xwe da wisa berçav

îi xuyayi bîine.

DI SALIXDAN Û ŞIBANDINÊ DA MUBALEXE

Di salixdan îî şibandmê da awayeki di, hunereka di ji heye;

ewji mubalexeya di salixdanê îi şibandinê da ye. Di vi awayi da

şibandi îî pêşibandi ciyên xwe bi hev diguhênn û her yekji wan

dikeve şiina yê di, heryekji wan rola yê di dileyze. Em dişênji

vi awayê şibandmê ra bêjin "şibandma vaji" ji. Mesela, eger

dêmên yarek bên şibandin bi gulê, ew dibe şibandineka adeti; lê

eger gul bê şibandin bi dêmên yarek, ew dibe mubalexe di

şibandinê da. Ev awayê şibandinê edebiyatê xweştir dike, dibe

xeml îi xêza edebiyatê.

Hozanên Kurd ên berin,(15) di helbestên xwe da cama ev

awayê hunerê bi kar anine. Mesela, Ehmedê Xani di beşê 8'an ê

"Mem û Zin"ê da li ser pesnê Mirê Botan Mir Zeydin, weha

gotiye:

"Muhtacê sexaweta wi Hatem

Mexlîîbê şecaeta wi Ristem".

17