Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
SIYASETEN ZIMANNASÎYÊ Û KURDÎ

W. BARAK

Berpirsîyarê CFL-Centre de Formation de Langues

Min divê di destpêkê da sipasên xwe pêşkêşê KOMKARê

bikim ji bo ku ev konferans amade kirîye fi em vexwendine. We

beşdarên hêja jî silav dikim fi xêrhatina we dixwazim.

Berê dest bi gotara xwe bikim, dixwazim xalekê bînim bîra

we ku mijara me "sîyasetên zimannasîyê" ye. Ne tenê sîyaset îî

ziman, lê her wiha bi giştî sîyaseta zimannasîyê îi sîyaseta di

warê ziman da çi ye, fî divê çawa be? Têkilîyên ziman îi sîyasetê

çawa ye, kîjan rolî dilîze? û hwd. Emê bi kurtî h ser wan

rawestin. Em Ii vê derê li ser 'zimanê sîyaset îi sîyasetvanan'

nasekinin, ev babeteka dî ye.

Gotara me ji sê beşên bingehîn pêk tê. Wek destpêkê, di beşê

yekê da Ii ser sîstema çandî ya neteweyî, di para diduyan da li

ser sîyaseta dewletên dagîrker û kolonyalîst, bi piranî jî li ser

sîyaseta dewleta tirk di warê asîmîlasyon iî etnosîdê da (çandkujî)

û wek beşê dawîn jî derbarê sîyaseta me bi xwe di warê

ziman da çi ye fî divê çawa be, emê Ii serê rawestin.

DESTPÊK

Li gora piranîya lêgerên etnolog îi zimannas, sîstema çandî

di bin hin navên cuda da têne bmavkinn. Her wiha mirov dikare

jê ra bibêje sîstema etnîk, sosyokulturel (civakoçandî) an jî etnolenguîstîk.

62