31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

DENGE ŞERO

Dengê Şero perweze bû li van kona, şên û dûza,

Go: "Hekîmo,malhemekê, pêşkêşa te memikê qîza".

Agir girte dilê xorta, van cahila, van tunsiza,

Feqiyê Teyra tirbê rabû û Dîlbera xwe ramûsa. . .

Dengê Şero kire zingîn, çû gihîşte erşê ezmîn.

Ji hewas û hijmekariyê cî lerizîn pêvir û mêzîn,

Berfa heçê Elegezê- ku hê nediye bahar, havîn,

Te go, helya û jorda hat, çem û cewa kire xulîn. . .

Pîrê diha li dev gorê, bi rû-hedem kalê zemîn,-

Dilê wan jî tev hevdu bû û evîntiya xwe bîr anîn. . .

Dengê Şero, te go, gihîşt heylo Sîpan û Cizîrê:

Rabûn hevra kirin sowbet Mem û Zînê ji kibîrê. . .

Te go, Xecê rabû û got: "Siyabend, rabe, hatiye bahar.

Dengek pêra ji wêda tê, ez mam hewas û hijmekar.

Dibê: "Hekîm, hey hekîmo, dû-dermanê xwe tu hilde".

Rabe Sîyabend, belkî hekîm bicebirîne birînê te...

Kubra Şero perweze bû li van kona, şên û dûza,

Bengî Fêrîk bû sewdeser, hilda hezar hub û mûsa,

Go: "Bistirê, Şero, bira, dilê min bû kûra êgir,

Ez têr nabim kilamê te, ku helandin berê kêvir . . . "

Adar go: - Dilê min mêrg û zevî,

Xezalê, canê, kuda direvî...

Hergê bilbilî, ez - gula kezî,

Gulê dihêlî, kuda dibezî...

Xezal zivirî dêmê hewasî,

Şibêta horiyê min kire nazî,

Go: - Adar, dilê min bête-bête,

Wele ditirsim ba-bagerê te.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!