31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Werin, pismamno, em qe na rokê

Bin hîveronê rûnên ser şîvê.

Wede difire, zûbe, yan dereng

Emê undakin vê dinya delal,

Werin, dil û ced em deng bidin deng,

Derbazkin demek hevaltiya helal.

Em dila derxin mûrêd mixenet,

Çawa sitirya desta derdixin,

U bi sidqê qenc, bê tirs, bê minet

Dirêjî hevkin destê dilê xwe.

Ca binhêrin, çi bedewe ezman...

We qe nepirsiye bi dilê bengî:

Kê meda antêx kirye ev cahan,

Heyr û hisretê hezar yek rengî?

Çima xaliq wa dide merde-merd,

Dike maşoqê rewşê dinya ron?

Û çima davê bi destekî sert

Xûn û xebûra kêşverê Karon?...

Dibe ku şerav şêwirekê bide?

Em dagirin tasê gundîtiyêye kevn,

Vexun bi bîna gîhê perwede,

Bin nûr-nedera hîverona xewn.

Hingê bin tasê xwe valakirî

Emê bibînin bengizê kal, bava,

Kubira zarutya xwe unda kirî

Û bigirîn bi dil ça zara sava.

Û wexta îda şewq-şemal rêtî-

Hîv here ava piş çiyayê Dibûr,

Em bi dilê dînc, dilê verotî

Hemêza hevda xewra herin kûr.

Û...xwezil mîna wan çirê berê

Em bitemirin xewêda ker-lal

Û qe derc nekin ewê kederê,

Ka ça unda kir me dinya delal...

116

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!