31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

DESTAN

USIVE NEVYA

PÊŞKARVAN

Qelem, tu şiva mine qudretê,

Wertînim, awa, te ser kaxetê,

Ber xwendevanêm dewrek dûr vekî,

Rêkê - li Kenana qedîm kesekî,

Dîsa dîharkî gula buhuştê,

Kevirê senemê, selbiya teniştê.

Û em lezekî ji bext duakin,

Xwe li ber pût û senemê takin. . .

Mêzekin. . ., hatin, a wê ji dûrva

Qîzê şeherê Şahê Bilûrvan.

Libsê wan çawa perê tawisa

Çiqilê selbiyêda melisîn wisa.

Û vepeşirî gola cinetê

Ber sur û sêra eşq û muhbetê.

Ewji ezmanda hîv bû-hilşyayê?

Siteyr bûn cariyê rinda dinyayê?

Av lê reşandin, û li çardorê

Kevan rahiştin ken, keskesorê.

Û nazdar "ûfkir" wê nûrik-nazê,

Perik pelişand wek qubeqazê.

Guliyê wê nolî cot soremera

Ser rûyê avêra kişyan kenara.

Ew hêl bû hanga heta navkêlkê,

Ma di hindavda wek xewnexêlkê.

Ser sing ricifîn cotê hinarê,

Qey bê biçivîn, hev hatin xarê.

196

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!