31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

GUNDDA

Fêrîk gundê Pampêda bû mamoste. Ewî dibistanêda fêrên

(dersên) zimanê kurdî didan. Hevtê 2-3 roja gundda dima. Rojêd

mayîn Ii Yêrêvanê bû, ji ber ku neferê wî bajêrda diman.

Sala 1969-a havînê çû bal birê xwe marza Svêrdlovskê, gundê

Nakaryakovê, peyra-Moskvayê, Lênîngradê (S.Pêtêrbûrgê).

Salêd 1976-1980-î Fêrîkê Ûsiv bi proêkta xwe, tenê, tamek xwe û

neferê xwera Pampêda çêkir. Dorê sûrek kişand, fêza sûrê jî axilê pêz

çêkir. Ji hostatiya wî gund-gundîtî zendegirtî diman.

Ewî nivîsî:

. . .U wextekê jî du rêncber wê bên,

Xwe bavên ber siya axilê minî şên:

"Hey gidî, -bêjin, - Fêrîkê rehmetî

Ser van tam-taşa çiqa zemet dî. . . "

Paşê çend berx, kar, mirîşkêd pir bedew û du golik xwey dikir.

Ew avayê wî çêkirî û xweykirina heywanet jî, meriv digo, pareke

poêziya wî bûn.

Sala 1973-a destana Fêrîk "Ûsivê Nevya" çap bû. Ew

veçêkirineke beyt- serhatiya cimetêye tezeye û bi serecema xwe pir

dewlemende. Vê poêmêda dîhar bûne karebûnêd şayîre lîrîkiyê,

êpîkiyê û dramatîkiyê.

Fêrîk gilî dikir, çawa carekê ew teldê mala xwe, ber kuçkê kartola

paldayî bûye: dinhêre du lawik ji aliyê kewşênva têne gund.. Pey

silav-kilavara jê dipirsin:

- Gelo mala Fêrîkê Ûsiv kîjan tangêye?

Fêrîk divê: - Keremkin, pêşda werin, em van kartolê pijyayî

bixun, paşê ezê wera bêjim.

Lawik tên, rûdinên ser şînkayê, çend kartola bi hewas tevî nanê

Ioş loq dikin, dixun. Paşê razîbûna xwe elam dikin, îzinê dixwezin,

wekî herin, Fêrîk bivînin.

Li wir Fêrîk divê:

- Eva mala Fêrîke, Fêrîkjî ezim.

Ewana zûr dibin -wî dinihêrin. Dibe pîrqîna wana, dikenin, xwe

davên pêsîra wî, paç dikin. Gilî kiribûn, wekî xwe ji Tiflîsêne, hatine

Camûşvana Çûk havîngê. Poêma Fêrîke "Ûsivê Nevya" xwendine, pir

begem kirine, lema jî hatine Pampê- dîtina Fêrîkê Ûsiv.

Sala 1971-ê li Moskvayê, bi rûsî pirtûka "Hikyat derheqa Bar

334

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!