31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Tev radikir berfa kever,

Pêra direqisî dîn-dîn.

Hildibirî, bi eşq û înk

Davît gelyê kûrîne kunc,

Lev dizvirand, wek gêjgerînk,

"Dingê" dixist, nolî birinc.

Li berê çiya dikir "mermer",

Ser "dikişand" kêrtikêd kaw,

Li dor gera dikir "Senger",

"Sûrêd" sipî, kurcêd bi saw...

Êciz dibû paşê diha

Ji dîndara berfêye sar,

Ji hisreta gul û gîha

Dikir hewer û zare-zar.

"Bîn hildida" û direvand

Çend gurz gîha ji ser loda,

Dibir, zil-zil dadiçikand

Li ser şepa nava ada.

Zila dixist cinûbetî,

Çawa aşiq - sîmê saza,

Û şebeqê, ji hal ketî,

Diçû, nizam, ku radiza.

Şems pîj dikir pêçyê xwe sist,

Ser deraxa wê "xozanê",

Xalê Teyar pez derdixist

"Çêrecaxa" zivistanê...

Me banzdida hingê pêxas

Ser peynê germ, derê malê,

Mêze dikir bi heyr - hewas

Çobanmaza wê berpalê.

Mîlîard -mîlîard qazê qerqaş

Melisîbûn, qey, rû erdê.

Mîna çevê qazaye qaş

Diteyîsîn pirîskê berfê.

277

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!