31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Bira xwezil Kurdistana min şên bûya,

Miletê min aza, xwendî û zên bûya,

Derge-dîwan bi zman û zarê min bûya,

Qewm û milet li her çar hewarê min bûya,

Bira hingê ayê şevê li min çar bûya,

Kelefekî wêran minra cî-sitar bûya,

Qerpalekî reş li stûyê minda xar bûya,

Bira gêzîk dergevana destê min bûya,

Soqaqeke Êl-Cizîrê "posta" min bûya. . .

KURDISTAN

Agir û antêxî tu,

Hew maye - min vêxî tu,

Hal û îlik bêxî tu,

Hey zor û zordesta min.

Lê çi agir, nûrî tu,

Hevdu nafûr-fûrî tu,

Ji hev bela , dûrî tu,

Hey tu rast û qesta min.

Minra hergedayî tu,

Diya dûr-derayî tu,

Ne li van erdayî tu,

Hey tu erd û besta min.

Ez bilbilim -qal û dax,

Tu sorgulî,dinya-bax,

Li minra venabî,ax,

Hey merem û qesta min.

Qurn û dewir û sal-zeman

Heyrî bengzê te ez mam,

Kurdim, kuyî Kurdistan,

Wey dîl û bindesta min...

55

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!