31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Heft roja ewan kêf dikir xemsiz,

Lê roja heyşta bavê xwedêtirs

Deh nêriyê kever ber çiyayê Mefê

Dikizirand ser textê telefê,

Wekî lawêd wî cahile kêfxweş,

Hergê gotibin xebereke feş,

Xaliq bi xûna wan deh qurbana

Afûke zimanzêrifîya wana. . .

Roja sicûdê mêr û milyaket

Civyan dîwana xaliqe qudiret,

Cin jî tevî wan sekinî serqot.

-Tu ji ku têyî?-rebîjêra got.

-Ji diniya bende,-cin gote rebî,-

Digeryam xwera nav evdê sebî. . .

-Qe çawane Hub-qûlê minî baş?

-Dua te dike bi qurban û maş. . .

Wê çira neke? Destê teyî nûr

Li dora mal û milkê wî bûye sûr.

Te ne hêvişandye, dayêda her tişt,

Dinyalik ber wî te kirye buhuşt:

Bêxem, bînfire xwera kêf dike,

îda wê çira dua te neke?...

Ca hela, kanê, ya xaliqê min,

Çi ku te dayê, jê bistîn car din,

Çika qûlê te

Xwenade rûyê te...

-Here,- xaliq got,- mal bi destî te,

Lê her degmîşî emirê wî nebe. . .

Li mal-oda xwe bedew, bîncinet

Hub axa xwera rûniştî rehet,

Tev helala xwe qawe vedixar

Û qise dikir dînc û bextewar. . .

Nişkêva mîna pêlasûke gur

Xulamekî wî dakuta hundur:

284

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!