31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Sala 1967-a berevoka şayîre sisya bi sernivîsara "Lîrîka" cap bû.

Eva berevoka dereca teze bû nava efrandinêd wîda.

Berevoka "Lîrîka"-yêda talanta Fêrîkê Ûsiv dha "tîr" bûbû, fikira

wî hê gihîştî bû û ese gotî bifirya. Û firî...Ew firîn bû xuliqandina

poêma "Uşivê Nevya", kîjan sertaceke efrandinêd Fêrîkê Ûsive. Eva

poêma ser hîmê beyt-serhatiya zargotina cimetêye wî navî hatye

nivîsarê.

Poêma "Ûsivê Nevya", ku aliyê çapa xweva efrandina şayîre lapa

mezine, mecal da, wekî ew temamiya zoraya talanta xwe nişande. Pey

wê poêmêra du poêmêd dinê jî nivîsî -"Rhana Reso" û "Hisret", ku bi

navê "Hisretdefter" berevoka şayîr û nivîskarêd kurdêd sovêtiyê

"Bahara teze"-ye 1984-ada çap bû. Nava van poêmada talanta şayîr bi

şewqa teze biriqî, îlahî di dereca dîharkirina psîxologîya mhê

merivada.

Fêrîkê Ûsiv xweyê dilê bengîyî mezine. Nava efrandinêd wîda

şiêrêd bi têma hub-hizkirinê gelekln.

Şayîr usa jî gelek efrandinêd şayîrê nav û deng bêqsûr tercmeyî

kurdî kîrîne: Şêkspîr, Bayron, Gyotê, Pûşkîn, Lêrmontov, Yêsênîn,

Sayat-Nova, Av. îsahakyan, Hov. Tûmanyan, . . .

Êvariyêda doktorê ulmêd fîlologiye,profêsor Hecîyê Cindî,

doktorê ulmêd dîrokê Şekroê Xudo, kandîdatê ulmêd fîlologiyê

Çerkezê Reş bi axavtineke germ şayîr slav kirin... Wê şûnda, katiba

komnehiya Aragasêye partiya komûnîstîêye duda Sîsa Husêyn,

serwêrê para radîoxeberdanêd kurdî Ahmedê Gogê, dîrêktorê mekteba

gundê Pampê(Sîpanê) Têmûrê Mîro û yêd din pêşda hatin û hobêlyar

bimbarek kirin.

Paşê şayîr Fêrîkê Ûciv xeberda û razîbûna xwe da bona

qedirgirtin û pir qîmetkirina emekê wî.

Para êvariyêye bedewetiyêda şiyêrêd şayîr hatine xwendinê,

koma gûndê Camûşvanêye vokal-haceta û sazbend, dengbêjêd mayîn

pêşda hatin."

Pey êvariyêra, sibetirê, Pampêda, mala Meksîmê birê Fêrîkda bira

û pismama nan danîn, kêf kirin.

^ Fêrîk ruhmal bû: "Dilê min wire kîderê kalîn-pişkîna pêz tê..."

Ewî her tiştê bedew- tebiyet bi çiya û banyava, mêrg û çaîrava,

heywanetava, çivîkava hiz dikirin, heta berx, kar û mirîşkêd wî jî pir

bedew bûn. Lê qîz û bûkêd bedew? Fêrîk zû bengî dibû. . . û şiyêrêd

336

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!