31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Ragihîştim navsera çiya,

Dinya ber min bû xewnerojk.

Mîna xalîçeke bêhed,

Bi nexş - nîgar, reng û rîşî,

Fire - fire ber min raket

Sergera gul - gupik tijî.

Serê jorin qeyayêd kal

Rûniştibûn bê deng û hes.

Binatarê cewêd tifal

Qişte - qişfbûn bi heyr - hewas.

Pervedabû li dora çiyê

Dinyake hed - hesava der,

Bi kesk û zêr, hêşîn û şê

Difurfûrî bedelî ber.

Mij dihelyan bere - bere,

U ji nava bera mijê,

Mîna hûtê binê bera,

Gultima çiya dihat kivşê.

Gêdûka wek pişta devê

Xanê dikir ter û temiz,

Daketibû ser neqevê

Şiverya gewr mîna weris.

"Wirra, - min digo, - diçin aşa,

Nivtê tînin, xwê dikirin.

Xerîbê gund bi dilê şa

Ji Tivlîsê dadigerin.

Filê daşnak li wê tingê

Topa xweye bi ga - horîk

Sepe kirye li piş zangê,

Wekî şerke ber bolşêvîk.

Lê ehlê gund uris xwestye

Daşnak wextê ber rabûne,

Apê Tajdîn zurnê xistye,

Pêşya bolşêvîkda çûne...

255

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!