31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Naziya dike cewka cinet bi deng-seda bûktiyêye sist

Li ber guhê kesma kevzîn dike pîrqîn û piste-pist.

Rêncber birra didin mexel ser gola gund, û bîna pêz

Tev bîn-buxsa pûngêye ter ser dil dibe melhem-melês.

Tac qot dike ser roavê tacwergirê şemsê porzêr,

Neqevada kurk rûdinên sî wek teyrê qudretê sêr.

U zer dike ewirê qulbê wek wê perda pencera te,

Ku pişva wek şeng û şepal birq dide nûr-nedera te.

Dilêm teyrkî hildifire wextê hiltê pêşa perdê,

U bengizê te, sitaxulla, bi şewqa şems berva dertê...

Qelbê minda birq vedide dîndara te herro-herşev,

Pismamin em, feqet bile silavê jî em nadin hev. . .

Bi deb-dêşa kasta bilind te wergirtiyê moda paşîn,

Navmala we-biha birqok, ber derê we avtomaşîn. . .

Ax, ez çawa merem dikim defdim bi deng, dewa xûnê-

Norme-formê şaristaniyê, kese bêjim te xatûnê:

"Biliv herin bal xûşkê te: gul-sosinê tere terxel,

Tera bistirêm hisreta xwe ber kalîna pezê mexel...

Zûda xwera mital dikim - hergê dengê kalîna pêz

Bende xwera têkira miqam dewsa caza harbûyî hêrs,

Dewsa kînoşikilê şera û cesûsya ji eyba der,

Nîşan dana tebyeta rû-barê dinê nûr û neder,

Dibe wekî dinyayêra avek hinek zelal bibya,

Meqseda minra jî xwe rêke rast û reheh vebya...

Biliv wira, ezîza min, ku zinar siyê davên keviya,

Ça pîrkê me pêşê dêra raxistine di bin neviya"...

Çiqa dibhurim rex vê malêra,

Dibînim ewan zulfê ji zêra,

Wekî dibriqinji qelşa perdê

Ça şewqa şemsê ewirê sivêra. . .

157

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!