31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Ewe-k jêra dibên Celil,

Pêştirî wî li vê dinê

Tunê kesê min rebenê...

Ew bêsûce, ew bê gune...

Tî wî tevî şera tune. . .

Ber dewleta Alî - Osman

Nekirye tu dew û duan. . .

Bidî xatirê navê Xwedê,

Ewî berde, bera ew bê,

Çika jinka xwe rûreşra

Qe çi gilî - gotina dibê.

Lê, ax, dibên, ew kuştine.

Canya wîye can hiştine

Nava berfê, serm û surê...

La jin korê, jin porkurê. . .

Dinya çawa hat guhastin.

Wê guldida mala bavê,

Wextê ew Celîlra xwestin,

Wextê xwerin şîraniyê wê.

Şîma gişka bû ew ese. . .

Kulîlka Pampêye pêşin.

Dergîstiyê wê terî - teze

Dibiriqî wek gul û sosin.

Naha xwera xortê keleş

Dirize ser axa Qersê. . .

Evjî nolî pûştek rûreş

Ketye evê hal û hebsê.

Amin nabe, rûyê wê nagre

Car din here mala bavê

Û ew digrî, dikewgire,

Kesekîra tişkî navê.

Û ça caba hêsirê wê,

Çawa sûdek ekis - etav,

Digujgujin ber guhê wê

Ew xeberê xûşkê xerav.

"Megrî, megrî, qe tu megrî,

Xwe navêje tu agirî. . .

312

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!