31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Xaliq, te gelek derd û êş da min,

Bi gele kira te dilê min sot.

Rikê min tîne herro û hertim

Sadîzma teye reşe melkemot.

Lê ku dinhêrim, ka çi nenera

Tîne serê xwe xelq bona pera,

Ez dua dikim-hingê te razî,

Ku te ne da min pereparêzî. . .

. . .Betilîme ez-ewledê mûsa. . .

Qutar nakim qet îda dil û ced

Çek û rihalê hurmetê terbet

Xweva berkaşkim. . .Usa dixwezim

Wêda bavêm wî barê nelazim,

Sivik û sihal mînanî koziya

Ketî nava bê, bigerim aza,

Bêjim, bistirêm xwera tevakel. . .

Giriyê min ku bê, bigirîm kele-kel,

Ku birçî bibim, mecbûrê nevsê,

Wirjî destê xwe dirêj kim parsê. . .

Usa dixwezim. . .Lê wextê zanim,

Wekî wê çawa dîn-dijminê min

Bi kenê xweyî xûjantiyê qexbet

Bikin Iîqe-lîq...Ezhingê hêbet

Xwe hiltêm bi kîn-eynata poêt

"Şabûnê mede merivêd kirêt". . .

BÊXEWÎ

Çeqîne, reqîn- sehet mîna aş,

Dihêre evê şeva reş-dirêj.

Dihêre, dicû bi zor û zemet,

Lê xilaz nabe, ser hevda nayê

169

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!