31.03.2015 Views

: I J ' " E

: I J ' " E

: I J ' " E

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Ew nazêrîne wek yara xayîn,

Edûtiyê nake mînanî heval...

Du cahilê rind-

Du xortê torin

Ji Ûkrayînê hatine vira,

Hevalê mevanxanêne minra.

Çi heval? - cote bûkê kurmanca

Bi heya û şerm.

Kerr, kerr vedikin derî û bacya,

Xeberdidin nerm,

Bi serê lêva dikin piste-pist,

Wekî min şerpeze nekin.

Min hîvî dikin bi dengekî sist:

"îzin heye, em pencerê vekin"?

Ewana mêrê kurê mêrane,

Ku aha rûnerm

Hiltên û datên

Û xeber didin bi heya û şerm.

Evan ew mêrin, lawê wan bava,

Bavê ku sîngê xwe dan ber lava

Agir û hesinê faşîzmêye har.

Welat xwey kirin,

Minet nekirin

Neji kuştinê, ne ji xelaya,

Ne seqemêd sar...

Ez merîfeta wana dibînim

Û bê hemdî xwe ezji bîr tînim

Ewan nemerdêd bi yaşê merî,

Ku dew-derecê "duve" direvin

Avrad teherî,

Lê wek seyêd har- tisqîne, kubar.

Moskva

151

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!