rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Eger îro dijmin di Kurdistanê de bihêz e, yek ji sedemên bingehîn ê vê serkeftinê ev e. Sedema wê

serkeftinê ne ku hêza dijmin heye, lê sedema wê ya bingehîn ew e ku hêza jiyanê di Kurdistanê de

tune ye, ji holê rakiriye, lewaz kiriye. Bi navê Kurdayetiyê însan naxwazin rabin ser piyan. Di

Kurdistanê de bi vî rengî têkoşîna îdeolojîk tê meşandin.

Dijmin Serkeftinên Xwe Yên Îdeolojîk Di Pûçkirina Jiyanê De Pêk Tîne

Di roja me ya îro de emperyalîzm bîst û çar demjimêran li ser sosyalîzmê her tiştan dibêje, ji bo vê

her rengê xerabiyê bi sosyalîzmê îzah dike. Diktatorî, faşîzm, şovenîzm, îşkence, lêdan, kuştin,

wendakirin, burokrasî, emperyalîzm, van hemûyan dike malê sosyalîzmê. A niha di nav me de jî ev

mijar gihaye asteke wiha ku em nikarin behsa sosyalîzmê bikin! Ji ber ku sosyalîzm bi çi re hemwate

bûye; bi xerabî, kuştin, talan, burokrasî, newekhevî, bi rejîma totolîter re hemwate bûye.

Divê mirov vê baş bizane ku serdest vê teoriyê bi kar tînin. Serdest ji bo ku hukmê xwe kûr bikin û

serkeftinên xwe mayînde bikin, ji ber ku di rastiyê de tu serkeftinên siyasî û leşkerî mayînde nînin, lê

ji bo ku dijmin ji xwe re mayînde bikin dixwazin bi van şêwazên îdeolojiyê temam bikin.

Ew îdeolojiya pêk tînin çi ye û çawa ye Muhatabê însanê bindest dihêle ku kesên bindest li

hemberî hebûna xwe bêbawer bibin. Wiha dike ku însan li hemberî xwe bêbawer bibe. Ev dihêle ku

însan ji cewherê xwe derbikeve û însan derveyî rastiya xwe bixwaze her tişt be. Lewra em vê dibînin

ku di Kurdistanê de mirovên Kurd yek dibêje ez Ereb im, yek dibêje ez Fars im, nizanim ez Emerîkî

me, yanî her kes dixwaze bibe kesek din. Ji ber çi, ji ber ku di aliyê îdeolojîk de Kurdayetî hatiye

mehkûmkirin. Mixabin bi Kurdan jî ev dane qebûlkirin. Ew xerabiya herî mezin e. Di bingeh de divê

têkoşîn li hemberî vê pêş bikeve.

Terîfên Berê Yên Ku Ji Îdeolojiyê Re Hatine Pêşxistin

Eger mirov îdeolojiyê li ser vî esasî terîf bike, mirov dikare bi reng û şêwazên demên derbasbûyî

hatine ziman bigire dest. Li gorî wê mirov êdî bigihîje terîfeke rast ji îdeolojiyê re. Niha ji ber ku wiha

fikrên civakî pêş neketibûn, ji ber ku kêm û kurtiyên civakê yên teoriyê hebûn, bi dirêjahiya dîrokê re

vê bandora xwe li ser terîfkirina îdeolojiyê jî kir. Yanî civak çawa dihate naskirin, nakokiyên civakê

çawa dihatin fêmkirin, li ser wî esasî îdeolojî jî xelet dihatin terîfkirin.

Heke em di çarçoveya teoriya civakê ya Marksîzmê de bigirin dest, mirovê vê bibîne; îdeolojî

rêkûpêk-kirina fikrê ye, sîstema fikrê ya ku berjewendiyên çînekê temsîl dike ye. Marksîzm bi vî rengî

îdeolojiyê tîne ziman û terîf dike. Lê belê bi demê re dema ku mirov hîna zêdetir li ser rastiya civakê

kûr dibe, mirov temaşe dike ku ev teoriya civakê ya ku hatiye pêkanîn lewaz dimîne. Ev teorî li ku

lewaz dimîne Civak rengên wê hene, pêkhateyên wê hene, civak hem bi hev re ye, yanî yek e, hem jî

di hundirê xwe de rengên wê hene. Mînak civak ji jin, mêr, biçûk, mezin, ji komên pîşesazî yên cuda

cuda pêk tên, ji gelek kesan, ji gund û bajaran pêk tên. Ev tiştên ne wekhev in, bi bihevrebûna van

hemûyan ve civak pêk tê.

Lê destwerdan li ser vê civakê hatiye pêkanîn. Destwerdan bi çi rengî li ser hatiye çêkirin Ji aliyê

çîna serdest, desthilatparêz, hiyarerşîk û dewletê ve hatiye kirin. Bi vî rengî civak ji ahenga wê

derxistine. Li şûna wê têgîna desthilatdariyê, şîdetê, zorê, çîna serdest û ya bindest, ev tişt derketine

pêş. Ev hemû jî ne rastiyên civakê ne. Fikrê civakê yan jî teoriyên civakê yên ku hatine li ser vî esasî

dane rûniştandin. Bi taybetî jî teoriya civakî ya kapîtalîst ev dane meşandin. Teoriya civakî ya

Marksîst li ser van esasan dane rûniştandin.

Niha em lê temaşe dikin ku Marksîzm, bi giranî nakokiyên heyî bi çînan rave dike. Dibêje di

civakê de karker û birjuwazî hene. Di civakê de ev herdu çîn sereke ne. Nakokî di navbera van de

heye. Ji derveyî van dibêje, xwandevan, birjuwaziyên biçûk, gundî, esnaf hene. Lê belê ev ne rewa ne,

yanî gundî jî neçar e ku bibe karker, xwandevan jî bi wî rengî ye. Ji bo vê tiştê derveyî proleterya, yan

jî hêzên derveyî proleterya hêzeke civakê yên din nabîne. Tu hêzên din rewa nabînin. Wek kêm û

biçûk lê temaşe dikin, wan di civakê de bêbandor dibînin. Ev teoriya wan tenê temsîla karkeran dike.

Marksîzm Têkoşîna Îdeolojîk Tenê Bi Serkêşiya Karkeran Dinirxîne

Wê demê têkoşîna îdeolojîk çi ye Têkoşîna îdeolojîk formulasyona fikir, rêkûpêkbûna hizir, exlaq,

çand, bawerî ya ku tenê çîna karker temsîl dike ye. Ew îdeolojiya ku tenê proleteryayê temsîl dike. Ji

bo vê em lê temaşe dikin, teoriya Marksîzmê gelek hêzan ji nedîtî ve tê. Mînak cotkar, gundî, dîndar,

ciwan, jin û xwandevan hene, mirov nikare van hemûyan bi rêka çînekê rave bike! Lewra em lê

temaşe dikin îdeolojiyeke civakî ye û li ser esasê çînan civakê rave dike; ne ku çînan bi civakê rave

11