rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Rêbertî di Rojhilata Navîn de gelek kar kirin. Bi salan xebitî, demjimêrekê tenê jî nesekinî. Lê

encamên karên xwe hemûyî bi sê sernivîsan gotiye: Gelekî Şervan, Şervanên Azadiyê û Jina Azad. Di

têkoşîna Rêbertiyê de ev xalên bingehîn bûn. Lewra li ser vî esasî gav hatine avêtin. Di vê çarçoveyê

de mirov dikare nasnameya îdeolojîk a PKK‟ê bide diyarkirin.

Ev nasnameya îdeolojîk li ser çi esasî ye Yek; civakbûyîn e û civakê esas digire! Girêdayî vê

sernivîsê, kolektîvîzm, komunalîzm, ev esas in. Yanî weke çawa di kapîtalîzmê de em bala xwe bidinê

nasnameya wê ferdanetî ye, lê di PKK bûnê de civakbûn e. PKK civakê û nirxên wê esas digire.

Komunalîzmê esas digire.

Ya duyemîn; demokrasî ye. Ji bo vê Rêbertiyê têgihîştinên nû ji demokrasiyê re peyda kir. Yanî

demokrasî ji nû ve girtina dest.

Xala sêyemîn; a ku em esas digirin ew e ku îdeolojiya me lîberal nîne, azadîxwaz e. Yanî azadiyê

esas digire. Ev nasname mehkûmkirina cinsiyetparêziya civakî ye. Ango azadiya jinê ye. Di vê

nasnameyê de vegerandina ahenga di navbera însan û xwezayê de ye. Ev nasname li ser çi esasî xwe

nîşan dide:

1- Miliyetparêzî.

2- Cinsiyetparêzî

3- Zanistperestî

4- Dîngerî

Tekoşîna me ya îdeolojîk li dijî van xalên me jimartî ne. PKK‟yî bûyîn li dijî van tiştan xwe nîşan

dide. Nasnameya xwe wisa diyar dike. Lewra em ê li ser van xalan rawestin.

Nasnameya îdeolojîk a tevgera PKK‟ê di gelek aliyan de xwe nîşan dide. Di nasnameya îdeolojîk

de pîvanên exlaqî esas in. Exlaq tê wateya kirina tiştê herî baş. Pêkanîn e, kar e. Ev bi çi rengî wê

çêbibe Bêguman, ev li ser hinek bingehan çêdibe. Yanî dema em dibêjin karê herî baş, em behsa

kîjan karî dikin Başbûn; pîvanên başbûnê wê çi bin Pîvanên başbûnê ger ew karê mirov dike ka

çiqasî dikeve xizmeta civakê, dikeve xizmeta pêşketina civakê, parastina civakê, heta kîjan asta zîhnî

jiyana însanan bilind dike... Wê çaxê mirov dikare navê wî karî bike karekî baş. Lewma jî pîvanên

exlaqî çi ne

Sekna li dijî kedxwariyê ye! Yanî kedxwarî redkirin û li dijî wê sekinîn e. Têkoşîna ji bo azadiyê

ye, bênavber têkoşîn e. Berpirsiyartiya li beramberî nirxan e; nirxên madî yên manewî. Jixwe têkilî ye,

danûstandin e. Gelek beşên jiyanê di nav de ye, di çarçoveya pêkanîna erkên şoreşê de ye. Pêkanîna

erkên şoreşê çi ne Di roja me ya îro de pêkanîna erkên têkoşînê çi ne

Erkên ku bi qada leşkerî ve girêdayî hene. Di aliyê xwe perwerdekirina leşkerî, mewzîbûna rast,

tim ji bo parastina nirxên civakê hazir û amade be. Beramberî zêdegaviyên ji aliyê dijmin ve tên kirin

û gelek tiştên girêdayî vê rewşê hene.

Cardin erkên girêdayî avakirina civaka exlaqî û polîtîk hene. Bi taybetî jî di aliyê pêkanînê de,

birêxistinkirina komun, koperatîf û çêkirina meclîsan… Ev hemû kar in.

Niha sekna exlaqî çi ye Sekna exlaqî, pêkanîna van karan e. Biberpirsiyartî tevgerandin e. Wiha

tewîz dayîn, rev, xwe veşartin, xwe dana paş, ev hemû tiştên ku bi sekna exlaqî ve ne girêdayî ne û ne

di tewazinekî de ne. Xwe dayîna paş, nêzikbûnên kar dereng hiştin, bi her awayî bê berpirsiyariya li

hemberî erkên şoreşê. Yanî bê berpirsiyariya beramberî pêkanîna erkan, mirov nikare girêdana wê bi

sekneke exlaqî re çêbike.

Sekna exlaqî pêkanîna herî rast e; di heman demê de pêkanîna karên herî baş e. Çawaniya başbûnê

jî girêdayî bi çarçoveya girêdana kes ka çiqasî xizmeta civakê dike ye. Li ser vî esasî mirov sekna

exlaqî dikare binirxîne. Dervayî vê mirov nikare bêje kesayet li ser van pîvanên ku dibêjin: mirovek

aram e, bêdeng e, mulayîm e, helîm e, selîm e û xweşbînî ye. Mirov nikare pîvanên exlaqî bi vî rengî

tenê bigire dest. Çûna bi ser kar de, çêkirina rêxistin, bilindkirina asta têkoşîna ji bo azadiyê, sekna li

beramberî dagirkeran, ev hemû girêdayî sekna exlaqî ne. Yanî şopandina edaletê, heqîqet û azadiyê, ev

şopandin exlaqî ne. Bêexlaqiya herî mezin çi ye Dagirkerî ye, desthilatdarî ye, bi her awayî ev

taybetmendiyên civakê kêm dihêlin, bindestiyê tê de çêdikin, paşverûtiyê ferz dikin. Ev bêexlaqiya

herî mezin e.

Divê ev he rdu nêzikbûn bi hev re nejîn. Pîvanên exlaqî di nava rêxistinê de ji bo me mijareke

têkoşînê ye. Yanî liv û tevgera ku em nikarin peywendiya wê bi exlaqê rêxistinê re çêbikin, divê em bi

wan re nejîn. Li gel wan nejîn û mafê jiyanê jî ji wan re nehêlin. Ji ber ku tevgera ferd, yanî yê her

ferdekî nêzikbûn, liv û tevger, rabûn û rûniştin, nêzikbûna ji kar re, bi gelemperî taybetmendiyên wî

60