rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
êje rast e, tu Emerîka yî û derfetên te yên madî hene, leşker û çekên te hene, tu dewleta Tirkiye yî, ya

Ereban î, derfet û îşkencexaneyên we hene… Lê hêza min a ku ez di wê astê de bi wan re şer bikim

tune ye, ev jî rastiyek e. Lê ez ji we re nabêjim erê. Ez bi ya we nakim, tiştê hûn dixwazin li ser min

ferz bikin ez qebûl nakim! Dema mirov wiha kir wê çaxê dijmin bi ser nakeve û serkeftinên dijmin ne

mayînde dibin. Tu demî ne bingehîn in, lewra bi sînor in, tenê siyasî û leşkerî ne.

Divê mirov vê her dem biparêze, ne tenê di îşkencê de, li ku dibe bila bibe divê mirov li hemberî

dijmin be. Li ser çiyan divê mirov biparêze. Mînak îro jî em temaşe bikin, mekanîzma sisiyan, ya

çaran, Emerîka, Têkiliyên Tirkiyê û Îsraîl… hemû li dijî me ne. Tayîb Erdogan ji kê re dibêje

merheba, hema dibêje PKK. Berê Demirel û Ecevit jî wiha bûn. Özal jî wisa bû, hemû rêvebirên

dewleta Tirkiyê wiha bûn. Hemû têkiliyên wan ên derve û hundir li ser esasê li dijî PKK‟ê ne. Cîhana

serdest jî ev şert qebûl kiriye. Dema em lê temaşe bikin em ê bêjin Emerîka, Ewrûpa, Îsraîl… hemû li

dijî me ne. Wê demê em çi bikin, firsendên me yên serkeftinê wê demê tune ne Bala xwe bidinê li

serê çiyan jî têkoşîna îdeolojîk pêwîst e, ji ber yê ku vê baweriyê bi te re bihêle, ev têkoşîn e. Yan jî tu

yê bi çi li dijî dijmin şer bikî

Divê mirov vê peyamê bide dijmin: rast e derfetên te hene, lê ez wek însan di zemînê tu hazir dikî

de nikarim xwe îfade bikim. Ji bo vê ez nakevim wî zemînî. Wê demê wê dijmin bêje: Tu yê birçî bî,

bersiva te wê ev be, tiştek nabe! Tu yê bêyî kuştin… tişt nabe. Ya girîng zemînê ku ez hilnebijêrim ez

ê tê de nejîm e! Ya girîng ew e ku ji bo jiyanê zemînê mirov hilbijêre ye, ev ji her tiştî girîngtir e.

Hemû Derfetên Emperyalîzmê Di Bin Xizmeta Mayîndekirina Sîstema Kapîtal De Ne

Derfetên Emerîka yên madî zehf in, ev rastiyek e, lê bi wan derfetên madî re paralel exlaq tune ye.

Serdestiyê, dejenerebûnê esas digirin, hemû rengên xerabiyê esas digirin. Rast e di aliyê madî, pir tişt

hene, ev tiştên heyî yên pir balkêş in. Ji amûrên teknîkî, elektronîk, maşîne, firoke, ev hemû jî rast in,

lê ev weke ku tê îdîakirin ji bo peydakirina pêşerojeke ronahî, xweş û geş ji mirovan re nade avakirin û

qet çênabe jî. Ev derfet hemû ji bo hîn zêdetir desthilatdarî û mayîndekirina sîstema kapîtalîst tên

çêkirin. Di vî zemînî de Kurd weke xwe, yan jî Ereb weke xwe, civak weke civakê nikarin bijîn!

Hemû jî neçar in xwe biguherin, ji tabetmendiyên xwe tawîzan bidin. Xwe înkar bikin, bi vî rengî

bibin dûvik. Ji bo vê pêwîst e însan vê sîstemê qebûl nekin! Di esas de qebûlkirin tiştek nebaş e. Tiştê

herî xerab ew e ku mirov van şertan û daxwazên emperyalîzmê qebûl bike, lê yên qebûl jî dikin bi wê

xerabiyê nahesin.

Bala xwe bidinê em çawa dizanin xerabî heye, yan jî çawa em pê dihesin Dema ku başî hebe em

dizanin xerabî heye! Dema ku başî tune be, em nizanin xerabî çi ye. Ji me ye ku xerabî tiştekî xwezayî

ye. Em ê wer bizanin wiha ye. Lê dema ku tiştên berztirîn û baştirîn hebin, nirxên însanî hebin, wê

demê mirov xerabiyê baş dibîne û dibêje, ev tiştek xerab e. Dema ku hemû têkiliya te bi başiyê, anor,

hisiyet û mûcîzeyê re be, wê demê îxanet ji bo te nayê tu maneyê. Ji bo yekî weke Ebdulqadir Aksoy

îxanet çi ye, nizane! Ji bo Kamûran Înan îxanet çi ye, ji bo Hikmet Çetîn îxanet çi ye! Ev kesayetên

wiha nizanin îxanet çi ye. Ji ber ku tu têkiliya wan bi Kurdayetiyê re tune ye. Bi kerametê, anorê,

hisiyetê û şerefê re têkiliya wan tune ye. Lewra bêşerefî çi ye, nizanin. Ji bo wan di rêka xerab de

meşandin şêwazê jiyanê ye.

Lê ji ber girêdanên me yên mirovane hene, em dizanin ka ew tiştê ew kes dikin, bêkesayetbûn û

îxanet bi xwe ye. Ji bo vê bala xwe bidinê, tevgera îxanetê di nav me de çi kir Yên weke Ferhad,

Botan û wan dixwestin PKK‟ê bi temamî ji holê rabikin. Ji ber ku dema PKK tune be, wê kes ji wan re

nebêje hûn xayîn in. Wê bêjin PKK nîn e û xelas bû, di encamê de her yek çû mala xwe. Lê dema

PKK hebe wê her kes ji bo wan bêje; “hûn xiyanetkar in.” Ev ji bo wan ne baş e. Lewra dixwestin

pêşiyê PKK‟ê ji holê rabikin. Ger PKK‟ê ji holê rakiribûna wê îxaneta wan rewa bibûya. Lewra dijmin

her dem ji bo ku gelan, civakê û rêxistinan bê îdeolojî bikin, di nav hewldanan de ye.

Desthilatdar çima di nav vê hewldanê de ye, ji ber ku dema îdeolojî tune be, mirov sînorê xwe nas

nake. Emperyalîzm wê bê û bikeve hundir mejiyê te, wê bikeve hundirê te û tu pê nahesî. Wê şêwazê

jiyana te biguhere û tu pê nahesî. Çima wiha dibe Ji ber ku parametreya(pîvanga) tu xwe pê bipîvî û

bi xwe bihesî tune ye. Ne ji aliyê exlaqî, çandî, bawerî, fikir û zanistî ve, tiştê aydê te tune ye. Ji ber vê

tu dibî weke erdekî xam û alem çi yê xwe tê de biçinin wê wiha şîn bibe. Lewma bi israr emperyalîzm

li ser vê xalê radiweste. Ji ber ku ji vê baş bawer dike ku hêzek, gelek, yan jî rêxistinek ji hêza

îdeolojîk bêpar be, zêdetir ji mêtingeriyê, bindestkirinê re vekirî û amade ye.

Ji ber vê wiha propagandayê dikin û dibêjin: dema îdolojiyan çû, di esas de bê îdolojîbûn

dawiya dîrokê ye. Ev hemû jî armanca wan ew e bikin ku bêjin hemû sîstema zanistî ya aqilane ku di

14