23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Roleke wê serdemê ya girîng di çêbûna tevgerê û tespîtkirina nasnameya wê ya îdeolojîk de hebû.

Wê pêvajoyê hişt ku PKK cuda be. Yanî di qada Kurdistan û Tirkiyê de wek qonaxekî wesfî ye, xwe

nîşan da. Ji rewşa heyî, ji rêxistin û şêwazên xebatên heyî cudatir bû. Heta ji fikrê heyî jî cudatir bû.

Yanî bi tiştên heyî nerazîbûneke tevgerê hebû. Bi formulên rêxistinî û tespîtên îdeolojîk ên di rastê de

ku li Kurdistan û Tirkiyeyê hebûn, ji wan nerazîbûna rêxistinê hebû.

Ji aliyê pêşengtiya Rêber Apo û hevalên pêşeng ên tevgerê ve, rewşa heyî nehate qebûlkirin. Da ku

ev tevger nasnameya xwe diyar bike û bigihîje nasnameyeke nû ket nava hewldan û xebateke mezin û

berfireh. Di esas de ew têkoşîna di hundirê wan salan de çêbûbû, wê, PKK‟ê ji kesên din cudatir kir.

Wê demê ew cudabûna PKK‟ê ji rêxistinên din, di esas de cudabûneke îdeolojîk bû.

Pêwîst e mirov taybetmendiyên îdeolojîk di nava PKK‟ê de bi vî rengî nas bike! Bi awayekî

gelemperî di Rojhilata Navîn de, bi taybetî jî yên di welatê Kurdistanê de dagirkeriyê dikin, divê van

taybetmendiyên PKK‟ê bizanin. Beriya PKK‟ê tu tevgerên şoreşgerî li ser esasên berjewendiyên gel, ji

bo maf û azadiyê bixebite, bi ser neketiye.

Di nav welatên Ereban de gelek hewldan çêbûn, lê ev hewldan bi şêwazên herî faşîst, hatin

rawestandin û derbe xwarin. Di encamê de wehşiyeta di zindanên Suriye, Îraq û gorên komî de, hemû

rengên îşkencan, kuştin û mişextvan kirin. Tiştê ku hatine jiyîn, ev bûn sedem ku hewldanên şoreşgerî

yên ciwanan encameke baş bi dest nexin.

Cardin li Tirkiye û Îranê gelek hewldanên wisa çêbûn. Di Tirkiyeyê de mirov dikare bêje hema bê

navber têkoşînek hebû. Li Kurdistanê heta salên çilî hewldan hebûn. Li Tirkiyeyê jî ji aliyê tevgerên

çep û demokratîk ve li dijî rejîm û sîstemê têkoşînek didan meşandin. Lê belê em lê temaşe dikin ku

rejîma serdest di Tirkiyeyê de bikaranîna hêzeke leşkerî ya mezin, dîsa bi rêbazên faşist, karibûye wan

tevgerên siyasî yên ji bo guhertinê pêş ketine tesfiye bike.

Ev nêzikbûnên sîstemê yên her dem bû sedem ku binkeftin, li pêşberî gel bibe weke çarenûsekê.

Yanî kesên baweriya wan bi têkoşînê jî dihat, baweriya wan bi serkeftinê nedihat. Gel wiha dihizirî,

rast e rejîmeke xerab heye, girîng e em li dijî wê têkoşînê bikin, lê serkeftin bi dest nakeve. Ji bo vê

em lê temaşe dikin ku kesên wiha li hemberî rêjîmê serî hildane, kes wiha heta dawiyê rêka xwe ya

têkoşînê neşopandine. Heta serkeftinê rêka xwe bi dawî nekirine.

Ji Bo Azadiyê Têkoşîna Gelên Rojhilata Navîn

Hinek ji wan kesayetên ku têkoşîn dikirin piştî ku derbe xwarin di nîvê rê de, bi şûn de zîvirîn. Yan

jî mirov dikare bêje bêbawer bûn. Lewra cih, rewş û sekna wan bandoreke mezin li ser moralê gel,

şoreşgeran û ciwanan di aliyê neyînî de çêkir. Lewma êdî ji ser êslê xwe vegeriyane, dîroka xwe ya

şoreşgeriyê înkar kirine, ketine xizmeta rejîmê. Bi rengekî ji rengan çi di warê ragihandinê de be, çi jî

di warê burokrasiyê de be, çi di warê qada ekonomî de, ew kesayet bûne parçeyek ji sîstemê.

Dema em li vê dîmenê temaşe bikin em ê çi jê fêm bikin Bi rastî di Rojhilata Navîn de kêm

têkoşîn nehatine meşandin! Ji ber ku dîroka Rojhilata Navîn, bênavber dîroka îşkencê ye. Dîrokeke

zindanan e, lêdanê ye, kuştin û qirkirinê ye. Ev hemû jixweber nebûne. Ev hemû sedemên wê hene û

sedemên wê jî têkoşînek hebûye û milet jixweber ev sîstema dagirker a desthilatdar li ser xwe qebûl

nekiriye. Lê di Rojhilata Navîn de ev jî heye, tiştek xwe dubare dike heye. Çi ye ev tiştê xwe dubare

dike Hemû hewldanên ji bo rûxandina sîstema desthilatdar, ew hewldanên ji bo hilweşandina sîstema

desthilatdar hema bêje bi binkeftinê encam bûne.

Ev bi xwe re şûnpêyekê dihêle, di heman demê de qenaetekê pêş dixe. Ev qenaet çi ye Têkoşîn di

Rojhilata Navîn de bi ser nakeve. Ev ji aliyê gelek kesan ve, bi giranî kesên hinekî temenê xwe mezin

ve tê gotin. Hinek kesan di civakê de ev tişt digotin: “Her kes hewldan kir, lê kes bi ser neket û lewra

hemû hewldanên li dijî sîstemê hewldanên bê encam in.

PKK‟ê wek tevger neçar bû yan bibe rengekî ji dubarebûnan, yan jî hilhatineke nû pêk bîne. Wê

çaxê divê mirov bersiva vê bide Gelo sedemê binkeftina têkoşînê xwedî maf, hêz û mezinbûna

sîstema desthilatdar bû Yan jî sedemên binkeftinê performansa kêm a tevgerên şoreşgerî bûn Gelo

sedem ji van herduyan kîjan e

Îsyanên bi şoreşê ve girêdayî ne, divê bersivekê rast bidin daxwazên gel. Lê di gelek cihan de

mirov dibîne ku nikarin bikin. Lewra dibêjin, “me hewldan kir, tiştên hebûn û me karibû bikin me kir,

lê serkeftin çênebû, teqez ev jî ne sûcê me ye. Dijmin hêza wî giran e, guneh û sûcê me tune ye. Ji vê û

şûnde hêza dijmin heye û dostên wî yên derve hene û hwd.” Bi vî rengî nêzik dibin û îfade dikin.

Nêzikbûna Tevgerên Kurd Ên Berê Ji Azadiyê Re

44

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!