23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

qebûlkirin! Ev her sê hez di înkarkirin û parçekirina Kurdistanê de hemfikir bûn. Lê belê PKK‟ê ev

lîstik û pergal xerab kir.

Hêzên desthilatdar dixwestin vê sîstemê di herêmê de li ser esasên înkarkirina Kurd ava bikin.

PKK‟ê bi îdeolojiya xwe ya azadiyê ev lîstik xera kir. Ji ber vê hindê ev hêzên dagirker hemû jî li

hemberî PKK‟ê bi kîn in. Sedemê vê kînê ji ber çi ye Ji ber ku PKK‟ê planê her kesî xerab kir. Ji bo

vê beramberî wê bi kîn in. Kîna Emerîkayê jî, ya Îngîltereyê jî û ya dewletên dagirker jî, ya hevkarên

Kurd jî li dijî PKK‟ê hemû ji bo vê ye.

Ji bo vê divê mirov van xetan nas bike. Di roja me ya îro de, di zemînê Kurdistanê de du xetên

zelal hene! Ev her du xet jî di nava têkoşînê de ne. Dibe ku di roja me ya îro de di navbera wan de şer

nabe, lê karekî ji şer girantir tê meşandin, divê neyê jibîrkirin ku dosya şer jî nehatiye girtin. Pêwîst e

mirov xwe bi vî awayî nexapîne û nebêje êdî PDK û YNK nema li dijî me şer dikin, niha şer nekirin

ne şert e! Wisa gotinan dibêjin, lê dema Emerîka, Tirkiye û hinek welatên din ji wan dijbertiya me û

şer bixwazin, wê şer jî bikin!

Me gotibû du xetên îdeolojîk hene û timî bi hev re di nava têkoşînê de ne. Xetek ji wan a azadiyê

ye û pala xwe dide civakê. Hêza xwe ji civaka Kurd û hêzên bindest digire. Li ser esasê çareserkirina

pirsgirêka Kurd û ji bo peydakirina maf û azadiya gel tevdigere. Ev doz hemû beşên civaka Kurd

digire nava xwe. Nasnameya Kurdan esas digire, li ser erdnîgariya xwe jiyînê esas digire, da ku gelê

me karibe xwe bê asteng îfade bike. Li ser vî esasî têkoşînê dike. Hêza xwe ya madî û manewî ji gel

digire. Pirsgirêkan di çarçoveya biratiya gelên Rojhilata Navîn de çareser dike. Ji bo van armancan

têdikoşe.

Lê xeta duyemîn a heyî li ser esasê desthilatdariyê ye. Ne li ser esasê ku civaka Kurd ji binî ve azad

bibe, li ser esasê ku hêzek di hundirê vê civakê de serweriyê bi dest xwe bixe ye. Yanî çîna serdest û

bindest hebe. Ne li ser esasê bawerî û girêdana bi gel re ye, li ser esasê destek û têkiliyên bi hêzên

derve re dijîn. Ji ber vê yekê ev xeta hevkar, civaka Kurd temsîl nake. Dagirkeriyê û desthilatiyê ji bo

xwe esas digire. Têkiliya wan jî bi hêzên desthilatdar ên cîhanê re heye, têkiliya wan bi sermayeya

navnetewî re jî heye.

Ji yekitî û biratiya di nava gelan de zêdetir, kûrkirina nakokî, miliyetparêziyê pêş dixin. Ev

nêzikbûn jî di cewherê xwe de perçeyek ji siyaseta emperyalîstan a ku li beramberî herêmê tê

meşandin e. Li ser esasê parçekirinê tevdigerin da ku karibin serweriyê bikin. Niha ev her du xet hene.

Ev xet di nava têkoşînekê de ne, lewra pêwîst e, ev her du xet baş ji hev bên cudakirin û diyarkirin.

Lewra ferq û cudatiyên me ji PDK‟ê hene, ew PDK û em jî PKK ne! Eger em wiha bikin em ê

wenda bikin. Jixwe niha gelek kes wisa dibêjin: PDK jî rêxistineke Kurdan e, PKK jî rêxistineke

Kurdan e, jixwe Kurd hemû birayên hevdu ne. Weke çawa modela cilan be, yekê cilekî wiha li xwe

kiriye, yê din jî cilekî wiha li xwe kiriye. Ango ferqeke wiha zêde mezin nîne. Rast e dibe ku ferqeke

cidî di navbera PDK û YNK‟ê de nebe. Lê ferq di navbera PKK û van her du rêxistinan de heye. Divê

mirov wê ferqê derxe zanebûnê.

Ew ferqa em behsê dikin çi ye Ew ferq nêzikbûna me ji wan a ji miliyetparêzî, cinsiyetparêzî,

demokrasî, civakbûyîn, desthilatdarî, dewlet, şîdet û têkiliyên navnetewî re ye. Ev hemû cuda ne, divê

mirov ferq û cudatiyên wiha baş nas bike. Eger em û PDK‟ê ne yek bin, sedem ew ferq û cudatiya me

ye. Me rêxistineke jixweber li Bakûrê Kurdistanê ava kir, wan jî li Başûrê Kurdistanê ava kir, lewra

em ne yek in. Ev nêrîneke şaş e! Tu têkiliya vê bi Başûr û Bakûr re nîne. Tu têkiliya wê bi şexsan re jî

nîne. Lê ferqa di navbera wan de îdeolojîk e. Mînak di derbarê miliyetparêziyê de; ew miliyetparêziyê

ji bo xwe bingeh digirin, lê em neteweya demokratîk ji bo xwe esas digirin.

Hêzên desthilatdar timî nasnameya netewî ji bo berjewendî û desthilatdariya xwe didin xebitandin,

li ser vî esasî sorkirina nakokiyên bi gelên din re pêş dixin. Lê neteweya demokratîk li ser esasê

wekhevî, biratî, bi gelên din re li ser esasê rakirina nakokiyan, di hundirê neteweyekê de bi hev re

jiyînê esas digire.

Di mijara cinsiyetparêziyê de jî em ji hevdu cuda ne. Em tevgerek li dijî sîstema desthilatdariya

zilam in. Lê derdekî PDK û YNK‟ê yê welê nîne, derdekî Emerîkayê jî yê wiha nîne. Heke carna

behsa jinê jî dikin hemû derew in. Şiklî ye û hemû makyaj e. Tu têkiliya wê bi rastiyê re tune ye,

bûyerên diqewimin jî vê îspat dikin.

Di mijara demokrasiyê de jî em qet ne yek in. Di mijara desthilatdariyê de jî em ne yek in. Di

gelek mijarên bingehîn de em ne yek in. Ferq û cudatiya me di warê îdeolojîk de ev e. Lewra ger di

nava PKK‟ê de jî ev tiştên me nav li wan kirî bên kirin, wê demê tu ferq û cudatiya me û PDK û

YNK‟ê namîne. Em bibin weke PDK‟ê, tu pirsgirêk çareser nabin. Berovajî em ji binî ve wenda dikin.

49

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!