rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
dike. Çînîbûyîna civakê esas digirin, da ku civakê hemû bikin proleter. Eger civak bû proleter wê

demê pirsgirêk çareser dibe û civak hemû dibe yek.

Çawa di roja me ya îro de îdeolojîsyenê weke Fukuyama û yên din dibêjin: “Dawiya dîrokê.” Bi vê

gotina dawiya dîrokê çi qesd dikin gelo Wateya vê gotinê ew e ku bi biserketina kapîtalîzmê re, civak

hemû dibe kapîtalîst. Civak hemû prensîbên kapîtalîzmê qebûl dikin. Herwiha dawiya dîrokê ye û

nakokî namînin. Teoriya Marksîst jî tiştekî wiha dibêje; “Dema ku civak hemû bibe proleter, fikir,

exlaq û baweriya proleterya esas bigirin, wê demê pirsgirêk namînin.” Lewra dibêjin tiştek navekî wê

yê dîn nîne. Gundî tune ne, yan jî heye, lê diyarker nîne. Ji bo vê jî divê zû ji gundîbûna xwe

derbikeve. Lewra ji bo vê sedemê mirovekî/e gundî weke partiyî nayê qebûlkirin. Çima dibêjin ev

gundî ye, hîna nebûye proleter û fikrê wî/ê cuda ye. Ji bo vê nikare bibe endamê partiyê.

Bi rengekî wiha mekanîk li ser esasê çînîkirina civakê nêzikbûnek pêş ketiye. Di esas de rengê

civakê yê din ji nedîtî ve tên. Lê ew reng hene û civak bi wan rengan civak e.

Li ser vî bingehî em ê lê binêrin ku terîfkirina Marksîzmê ji îdeolojiyê re seqet û kêm e. Tenê

çînekê esas digire. Wan hêzên din ên civakê ji nedîtî ve tê yan jî esas nagire. Lewma divê em bigihîjin

terîfeke rast ji îdeolojiyê re. Divê terîfa me ji terîfên çînî dûr be, ji yên desthilatiyê jî dûr be. Divê em

bigihên terîfên wiha ku tu amûreke desthilatiyê, fikrekî desthilatdariyê di nav de nebe û bi temamî jê

dûr be, heta bê xwestin divê mirov bi şêwazê desthilatiyê negire dest. Weke fikrekî çînî, rêkûpêkirina

fikir a çînî jî divê mirov negire dest. Ji ber çi divê em li van şiyar bin û weke wan nêzik nebin Ji ber

ku em îro gihane wê baweriya civakî.

Wê Terîfa Me Ya Îdeolojîk Ji Civakê Re Çawa Be

Ev civaka pênc hezar sal in ji rastiya xwe dûr e. Destwerdan li ser çêbûne û desthilatdarî, hiyerarşî

û dewlet li ser saziyên xwe sazkirine û çêbûne. Ev civak ne bi dînamîka xwe, bi şêwazên şîdetê û zorê

hatiye beralîkirin. Ji xeta xwe derketiye û jirêderxistinek hatiye jiyîn û ev jî berdewam dike.

Niha em dixwazin wê jirêderketinê sererast bikin. Wê demê wê terîfa me ji îdeolojiyê re çawa be

Îdeolojî wê demê ew sîstema fikrê ye, ya exlaq e, ya çandê ye, ya baweriyê ye, sîstemeke wiha gelek

qadên jiyanê di nav xwe de bi cih dike. Ev çi dikin, temsîla berjewendiyên civakê dikin. Yanî civaka

ku karibûye xwe bide nîşandan. Bibe ya xwe, li dijî desthilatdariyê, newekheviyê, perçebûnê,

desthilatdariya zilam li ser jinê, ya çînekê li ser çîneke din, miletekî li ser yê din, yan jî ya însan li ser

xwezayê, li dijî van desthilatdariyan hemûyan divê civaka mirovahiyê bibe ya xwe. Xwe îfade bike, di

milê ruhî û madî de, sîstemeke wê ya exlaqî hebe. Lê ew sîstema exlaqî wê li ser çi esasî be Divê ne

li ser esasên kar û qezencê, ezezîtiyê hwd. be. Li ser esasekî cuda, li beramberî nasnameya însan, weke

însan nêzik bibe. Lewra pêwîst e tiştên ku mezin li beramberî biçûkan bike, tiştê ku biçûk li beramberî

mezinan bike, tiştê ku jin li beramberî zilam bike, yê mêr li hemberî jinê bike, yê ku însan li beramberî

xwezayê bike, divê hemû ji nû ve bên destgirtin. Ev hemû bi çarçoveya qeyd û rêzikan, bi zorê û

şîdetê na, lê bi bawerî û qebûlkirinê hatibin dayîn, li ser esasê berdewamkirina xwezayê û civaka

însanan bin. Ev pîvanên exlaqî divê derbikevin pêş.

Çand, komîserhevkirin, rêûresm, ziman, danûstandin, ev hemû ne weke cudatiyê divê bên dayîn,

weke tiştekî di rengê xwezayê de bin. Wek çawa di xwezayê de darûberên cuda hene, rengên cuda

cuda hene û ew bixwe vê ahengê çêdike, di nav mirovan de jî ev heye. Lewra zimanek ji zimanê din

baştir tune ye. Di encamê de her ziman di civakê de navgînekî danûstandinê ye, di nav wê civakê de

danûstandina di navbera însanan de hildide bin ewlekariyê.

Rengê însanan ji yên hev baştir tune ye. Ev nijadperestiya biyolojîk, etnîkî, sersebebên vê hemû jî

desthilatdarî ye. Desthilatdarî wiha dike û her dem weke amûrekî reklamê van di nav însanan de pêş

dixe. Lewra yên çavşîn û porzer wiha ne, yên reş wiha ne, yên zer wiha ne, yên filan zimanî xeber

didin wiha ne, yên bêvan zimanî xeber didin wiha ne… Ev hemû çîrok in û ji bo miletekî li ser ê din,

zimanekî li ser ê din bike desthilatdar, didin meşandin.

Lewra em gihane asteke wiha ku êdî însan biyolojiya xwe diguherînin. Mînak, hinek kes perekî pir

zêde xerc dikin da ku çavên xwe şîn bikin. Çima wiha dikin, çima pêdiviya vê dibînin Ji ber ku

nijadperestiya biyolojîk a ku navenda wê Ewrûpa ye, di roja me ya îro de xwe li ser hemû cîhanê ferz

dike. Ji bo vê însan dixwazin çavên xwe û rengê porê xwe weke yên wan bikin. Hetanî rûyê xwe jî

weke yê wan bikin. Bi Îngilîzî xeber bidin. Yekî Îngilîz bi Kurdî nizanibe pir xwezayî tê dîtin, lê ji bo

yekî Kurd bi Îngilîzî nizanibe şerm tê dîtin! Ev tiştên çêkirî ne! Tu şerm û neşerm di vir de nîne, yek bi

zimanê Îngilîzî nizanibe, cîhan di vir de xerab nebûye. Lê yê Kurd dizane Kurdî, yê Îngilîz jî dizane

12