23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Em bala xwe bidinê, civakek ji hêza îdeolojîk hate mehrûmhiştin, mehrûm ma û bê îdeolojî ma, ew

civak dûvik e. Hêza wê civakê ya redkirinê tune ye! Hêza wê ya bersivdayînê jî nîne, çi bê serê wê dê

ew civak qebûl bike. Ji ber ku ne di zanebûna berjewendî û nasnameya xwe de ye. Wê çawa bijî, ji bo

çi bijî nediyar e. Li ser wî esasî her dem ji bo li pey bimeşe hazir e. Ji ber vê emperyalîzm dixwaze

civakan ji hêza wan a îdeolojîk mehrûm bihêle.

Emperyalîzm Xwe Wek Sîstema Heqîqetê Dibîne

Têkoşîna ku emperyalîzm li hemberî îdeolojiyê dike têkoşîneke ji rêzê û bi rengekî xwezayî jî nîne.

Çima em dibêjin emperyalîzm Ji ber ku emperyalîzm dixwaze hinek pîvanên nû di cîhanê de bide

rûniştandin. Emperyalîzm, ji hemû sîsteman zêdetir a xwe ye, ji bo xwe ye. Ji hemû sîsteman zêdetir jî

desthilatdar û otorîter e, serwer e. Bi derfetên xwe yên madî, teknolojîk, weke ku hemû şaneyên civakê

xistibe bin kontrola xwe.

Taybetmendiyeke emperalîzmê ya din jî heye, emperyalîzm van taybetmendiyên weke desthilat,

çînî, serdestî û hwd. li ser xwe qebûl nake. Emperyalîzm wek sîstema heqîqetê li xwe dinêre. Heqîqetê

di çarçoveya perspektîfên xwe yên fikrî û siyasî de diyar dike. Ji bo vê hemû hêzên li dijî

emperyalîzmê têkoşînê bikin weke hêz in, wan li dijî heqîqetê nîşan dide. Taybetmendiyên

emperyalîzmê yên wiha hene. Yanî emperyalîzm heta asta dawiyê rastî ji rê derxistiye. Ew derfetên wê

hene ku rastiyê ji rê jî derbixe.

Em hîna jî li ser vê meselê bi nazenînî radiwestin. Dema ku em hûrûkûr li ser bisekinin, em ê bala

xwe bidinê ku di dîroka civakan de, em behsa mîtolojiyê dikin, dînê yekxwedayî dikin, gelek dînên

pirxwedayî hwd. dema em behsa van dikin di naveroka hemûyan de jî peyamek wan a hevpar heye.

Ew peyama wan a hevpar çi ye Serdema berê serdemeke baş bû, lê em ji rê derketin, ji ber ku em ji rê

derketine, ev êşên em dibînin hemû cezayên ku xweda, yan jî hêzek nepen heye ku me ceza dike. Ev

xaleke hevpar e, dînê yekxwedayî û jixwe mîtolojî jî wiha difikire. Her dem li bihuştekê (cinetekê) tê

gerîn. Cinet bi xwe çi ye Vegera rojên berê ye. Mirovahî vê dizane, yan jî dizanibû û bîra vê dibir.

Dev jê berdana civaka bi taybetmendiyên xwe yên xwezayî dijî, bû sersebeba xerabiyê.

Kapîtalîzm Civaka Xwezayî Hoveber Dibîne

Dema ku însanan dev ji taybetmendiyên civaka xwezayî berdane û bi nirxên xwezayî re îxanet

kirine, însaniyetê êdî rojek xwe ya xweş nedîtiye. Hemû fikrên beriya kapîtalîzmê vê nîşanî me dide.

Tenê kapîtalîzm û emperyalîzm vê nakin. Tu carî behsa demên derbasbûyî nakin. Tam berovajiyê vê

kapîtalîzm dibêje; “her tiştê beriya kapîtalîzmê hovitî ye. Çiqasî em ji wê hovitiyê birevin, ew qas em

nêzikî heqîqetê ne.” Yanî tu çiqas ji van nirxên xwezayî weke wekhevî, piştevanî, taybetmendiyên

însanî dûr bikevî, ew qas nêzikî heqîqetê dibî.

Di kapîtalîzmê de civaka xwezayî tune ye. Di kapîtalîzmê de civak hemû çêkirî ye, li ser esasê

berjewendiyên serdestan hatiye çêkirin. Ji bo vê emperyalîzm di van aliyan de ji hemû sîstemên berê

xeternaktir e. Çima ew qas xeternaktir e Ji ber ku xwe weke sîstemeke nayê guftugokirin dibîne.

Kapîtalîzm xwe tu carî lêpirsîn nake, dema dikeve nava zor û zehmetiyan, neçar dibe ku hinekî

rexnedayînê bide, di asta ferdan de wê rexnedayînê digire dest. Yanî sîstem baş e, têkûz e û di navê de

hinek kes tevlîheviyê dikin. Ji van ferdan re jî dibêjin çavbirçî, çavteng û timah. Ev bûye sersedema ku

sîstem hinek pirsgirêkan bijî, ji bo vê jî hinek tevdîrên teknîkî, burokratîk dixwazin her dem krîzê

çareser bikin. Ne ku sîstemê bi xwe lêpirsîn bikin, tu carî sîstema xwe lêpirsîn nakin!

Wê demê kapîtalîzm vê dibêje: “Hemû dîroka cîhanê dîrokeke hoveberiyê ye, dîrokeke paş de

mayînê û xerabiyê bûye. Cîhan di şexsê kapîtalîzmê de gihîşt rastiya xwe.” Tevî vê rastiyê jî hinekan

qebûl nekirin, hezim nekirin û herwiha têkoşîn li hemberî kapîtalîzmê dane meşandin. Kî bûn ên şer

kirî û sîstema kapîtalîzmê qebûl nekirin Sosyalîzm bû, komunîzm bû, dewletên sosyalîst bûn. Di

encamê de ew jî şikestin. Herwiha sîstema kapîtalîst sîstemeke mutleq e, sîstemeke heqîqetê ye, her

kesên ku li dijî wê têbikoşin mehkûmê binketinê ne. Kapîtalîzm xwe bi vî rengî dide nîşandan.

Ji bo vê li gel kapîtalîzmê îdeolojî tune ye, dema têkoşîna îdeolojî jî tune ye. Tenê tiştek heye ew jî

nirxên gelemperî ne. Çi ne ew nirxên gelemperî Ew nirxên polîtîk, hiqûqî, exlaqî û çandî, yên ku li

Londonê çêdibin, ên li Washintonê çêdibin, yên li Amsterdamê çêdibin in. Ew nirx ne tenê ji bo wan

deran e, ji bo her derê cîhanê ne. Lewra mirovekî Çînî, Kurd û Ereb jî divê wan nirxan qebûl bike.

Eger qebûl neke, wê demê krîzê dijî. Heke di roja me ya îro de li Kurdistanê krîz heye, heke li Îraqê

krîz heye, li Afganîstanê krîz heye, li Hindistanê krîz heye, dibêjin ji bo çi krîz heye Zû zû ev nirxên

kapîtalîst ên ku li Ewrûpa Rojava û Bakurê Emerîkayê hatine pêkanîn, di hundirê xwe de nedane

6

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!