rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
qedexe dikir, niha em bi dîroka xwe re rû bi rû dimînin. Em dîroka xwe bi rengekî rexnegir di ber

çavan re derbas dikin. Êdî Kurd birayên me ne û zimanê wan jî em serbest dikin”. Yek dibêje ma ne

Kurd têkoşînê dikin, dijmin dibêje: Na tu têkoşîn di holê de nîne. Ji bo vê me mafê wan nas nekiriye û

ev yek nekiriye. Hinek dewletên derve hene destek dikin hinekan û terorê didin meşandin. Yanî ew

çalakiyên pêk tên, hinek çalakiyên terorîstî ne. Van tu qezenc nekirine, ji bo Kurdan tiştek nekirine û

heta dibêjin: “Eger ev tevger tunebûya wê mijara Kurd zûtir çareser bibûya.” Ji aliyê Kurdan ve çawa

li vê mijarê temaşe dikin Dibêjin, tevgera Kurdî heye û ev tevgera Kurdî bi salan e şer dike, di

encamê vê de li Başûrê Kurdistanê statuyekê bi dest xwe xistin. Di wir de jî PKK tune ye.

Em bala xwe bidinê di esas de şer çawa tê meşandin, mebest ji van nirxandinên wiha çi ye Bi van

fikrên han bîst û çar demjimêran mêjiyê însanê Kurd tê bombebarandin. Lê tu têkiliya van hemûyan jî

bi rastiyê re tune ye! Tiştê rast ev e; hemû pêşketinên ku di roja me ya îro de li Kurdistanê çêdibin,

Başûrê Kurdistanê jî di nav de, heta beriya her tiştî Başûrê Kurdistanê, hemû pêşketinên bi navê

Kurdayetiyê çêdibin, encama têkoşîna PKK‟ê ya bi salan e.

Ji ber çi hemû encama têkoşîna PKK‟ê ye Dewleta Tirk Kurd înkar dikir, lê belê ew înkar bi ser

neket, bi temamî bi ser neket. Ji bo vê di sala 1970‟yan de tevgera PKK‟ê rabû û hinek rêxistinên din jî

rabûn, careke din mijara Kurd kete rojevê. Dewleta Tirk dît ku ew şêwazên dide meşandin; komkujî,

kuştin, asîmîlasyon hwd, têra tunekirina Kurdan nekiriye. Da ku Kurdîtiya Kurdan bi wan bide

jibîrkirin çi kir Lewra piştî derbeya 12‟ê îlonê tunekirina Kurdan bi şêwazên nûtir xiste rojevê. Vê

carê her tişt qedexe kir. Mînak ne tenê di cihên fermî de, di cihên ne fermî de jî, di malan de jî,

xeberdana bi zimanê Kurdî qedexe kir. Ev biryar DEM (Desteya Ewlekariya Milî) ê piştî 12‟ê îlonê

hatibû girtin.

Her tiştê bi navê Kurdayetiyê hatin qedexekirin. Çi tiştê Kurdayetiyê bi bîr bîne hebin hatin

qedexekirin. Heta îşaretên trafîkê yên kesk, sor û zer jî hatin qedexekirin. Yanî pêwîst bû tu îşaret

Kurdayetiyê bi bîr neynin. Lê ev tenê bes nebû, bi vê re weke ku pêngaveke dagirkirinê ya nû li ser

Kurdistanê dane meşandin. Gund bi gund, bajar bi bajar, kes bi kes dagir kirin. Kesên di îşkenceyan re

derbas nekirin nebû.

Niha beramberî rewşeke wiha kê li ber xwe da Lewra PKK‟ê li ber xwe da. 15‟ê tebaxê çêbû û wê

têkoşîna çekdarî berdewam kir. Di qadên şer de vê dijwar berdewam kir, şertên ku tehemula însanan

zordar dikirin jî, tevî van hemûyan jî vê pêngavê bê rawestan berdewam kir. Di nav şertên ku di nava

tu welatên cîhanê de wiha bê tewazinî tunebû, hêza me ya leşkerî berdewam kir. Di asteke jorîn di nav

hêzê de bê tewazinî, tevgerek wiha ye ku tu derfetên wê tune ne û li hemberî dewleteke ku bi hemû

derfetên xwe yên heyî êrîşan dike, tenê ev ne bes e, destekê ji cîhanê jî girtiye. Di van şertan de PKK‟ê

şer kir û rastiya Kurd bi dost û dijminan da qebûlkirin. Yanî heger îro desthilatdar mijara Kurd li

Tirkiyeyê tînin ziman, sedema wê tevgera PKK‟ê ye.

Îdeolojiya PKK’ê Lîstikên Ku Li Ser Kurdistanê Pêk Tên Xera Kir

Pêşketinên li Başûrê Kurdistanê çêbûn, sedemê wan pêşketinan jî PKK bû. Gelek kes îro vê eşkere

dibêjin jî. Ew statûya ku li Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan hatiye peydakirin, dewleta Tirk çêkir. Ji

ber çi ji Kurdan re ev pêk anî Da ku li hemberî PKK‟ê hevsengiyekê çêbike.

Ev ne ji ber ku PDK û YNK bihêz bûn, şerê rizgariyê dane meşandin, pêk hat. Her du partiyan jî

tiştekî wiha nekirine, tu hêzek wan jî tune bû. Bi taybetî di van bîst salên dawiyê de PDK û YNK‟ê li

dijî dagirkeran yek fîşek jî neteqandin! Şerê kirine jî yan li dijî hev in, yan jî qet li hemberî dijmin

nekirine. Di salên 1992, 1995, 1997‟an û 2000‟î de, li dijî me şer kirin. Di 1994, 95 û 96‟an de jî li

hemberî hev şer kirin. Yanî li hemberî dijmin fîşekek neteqandin. Çawa rizgar bûn Rast e însan li

beramberî dijminê xwe rizgar dibe! Lê heke te fîşekek neteqandibe, tu rizgar bûbî, wê demê alemê tu

kirî desthilatdar. Wan ji bo berjewendiyên xwe desthilatiyek û statuyek ji bo te peyda kirine.

Lewra niha têkoşîneke bi vî rengî tê meşandin. Dema ku tevgera Kurd tê gotin, emperyalîzm û

dewletên dagirker dixwazin PDK û YNK‟ê nîşan bidin. Tirkiye jî ji vê razî ye, Îran jî razî ye û Surye jî

razî ye. Gelo ji ber çi di her çar parçeyan de jî dijmin razî ye Tirs û xofa dijmin ji vê yekê ye ku

Kurdan têkoşîn kiriye û vê carê wê mafê xwe qezenc bikin. Naxwazin Kurd bigihîjin vê astê. Di sekna

li dijî PKK‟ê de, nêzikbûneke tolhildanê ya cidî heye. Ev tolhildan çi ye Ji ber ku berê Kurdistan

hatibû perçekirin, siyaseteke wisa hate meşandin, Kurdistan perçe bû û înkar bû. Ev siyaset ji aliyê

Emerîka û Îngîltereyê ve hate meşandin. Ji aliyê dewletên dagirker; Suriye, Tirkiye, Îran û Îraqê ve

hate meşandin. Ev siyaseta ku li ser Kurdistanê hatiye meşandin, ji aliyê Kurdên hevkar ve hate

48