rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
ye û divê tu wê qebûl bikî, ji xwe re esas bigirî. Vê nêzikbûnê di dirêjiya dîrokê de xerabiyeke mezin

bi serê gelan de aniye.

Mînak welatên Hinda Çînî hebûn; Vîetnam, Laos, Kamboçya, ev welatên ha yên Hinda Çînê bûn.

Beramberî mêtingeriyê şer dikirin. Şerê Vîetnamê meşhûr e, welatên din jî li gel wê dimeşiyan. Di sala

1975‟an de dema ku Vîetnam rizgar bû, ya rastî ew her du welatên din jî yên Hinda Çînê jî rizgar bûn.

Laos û Kamboçya jî rizgar bûn.

Di Kamboçyayê de rêxistinek bû desthilatdar. Navê wê rêxistinê Qimer Roj, Qimer navê wî gelî ye,

„Roj‟ bi Fransî „Sor‟ e, yanî Qimerê Sor. Ew rêxistinek bû, wê jî xwe çep û komunîst didît. Navê

serokê wê jî Pol Pot bû. Heta derengî jî sax bû û paşê mir.

Pol Pot xwendina xwe li Fransayê kiribû, teza xwe ya xwendinê li ser komunîzmê dabû. Li gorî wî

komunîzm qalib in, metod in, hinek tiştên amade ne û divê civak li gorî wê bê çêkirin. Yanî ne ku

komunîzm bi rengekî dînamîk di nav civakê de xwe bi rêxistin bike; lê civakê li gorî wê çêbike. Yanî

komunîzm wekhevî ye û divê her kes di ziraetê de bixebite û kes ji kes cewaztir nebe. Bi vî rengî

hinek formul pêş xistibûn. Bala xwe bidinê tiştên wî serokî kirî di pirtûkekê de digire dest. Di

naveroka wê pirtûkê de propoganda dike, wiha nêzik dibe. Ger ziyanek wê hebe jî li ser wî û gelê wî

heye. Mirov nikare bêje li ser tu kesên din hebe jî.

Di sala 1975‟an de ew rêxistin bû desthilatdar. Dema ew serwer bûn xerabiyê di wê çaxê de dest pê

kir. Vê carê Pol Pot çi kir, ew tiştê ku pê bawer bû, bi zorê li ser civaka xwe pêk anî. Bangewaziyeke

herî xerab dest pê kir û got: “Di komunîzmê de pere tune ye.” Xwendevan ji dibistanan derxistin û

berê wan dan zeviyan, memûr jî wisa kirin hwd. Qaşo ve civaka xwe kir civakek komunîst. Civak li

gorî mantiqê xwe birêxistin kir.

Lê mirov lê temaşe dike pêwîstiyên civakê ji gelek tiştan re hene. Ji bo kar û xebata wê bimeşe divê

memurên wê hebin, xwendevanên wê hebin hwd, gelek tiştên din jî hene. Pere heta astekê di nav

civakekê de divê hebin, heta astekê divê xwe pê bidin meşandin. Ev hemû rakirin û nehiştin. Yên ku

ev sîstem qebûl nekirin û li dijî wê rawestiyan yan jî serî hildan, bi kuştinê encam dibûn. Gelek kes di

wargehan de ji birçîna terkî mirinê kirin. Yên birçî hatin hiştin û mirin, gelek kes jî hatin kuştin.

Pol Pot sê salan hikm kir, ji 1975‟an heta 1978‟an pişt re rewş pir xerab bû û Vîetnam neçar ma ku

destwerdanê li ser wan bike. Ew ji desthilatiyê avêtin û yekî din anîn şûna wî. Pol Pot jî bi vî rengî

piştî ketina wî ya ji hikm, di daristanan de ma heta çend salan piştre mir.

Di hundirê van sê salên ku wî hikm kir, li gorî hejmarên ne fermî sê milyon kes, li gorî hejmarên

fermî jî zêdetirî miliyonekê însan hatin tesfiyekirin. Wê demê mirov dibîne dema îdeolojiyekw çewt bi

îdîaya ku heqîqet dîtiye û kiriye milkê xwe, li gorî wê tevdigere, ziyaneke bêhempa dide, civakan ji

hal dixîne û hildiweşîne û xirab dike.

Dîsa di tecrûbeya sosyalîzmê de jî ev tiştên wiha çêbûne. Marks û Engels kapîtalîzmê rexne kiribûn

û nirxandibûn. Hem lêkolîn li ser kiribûn, hem jî baş rexne kiribûn, ev rastiyeke ji rastiyên wan bû. Li

dijî kapîtalîzmê têkoşîneke cidî meşandibûn, ev jî rastî bû. Di encamê de ew fikra bi serokatî yan jî

rêbertiya Lenîn li Rûsyayê bû desthilatdar. Di sala 1917‟an de şoreşa Oktoberê pêk hat. Lê ev di

encamê de fikirek e, fikir jî li ser esasê çareserkirina pirsgirêkên civakê pêş dikevin. Teoriya civakî ji

bo nirxandina civakê ye. Ne tenê israrkirina li ser ya xwe ye. Divê civakê bibîne û li gorî wê diyar

bike.

Ev dema derket di serî de pir serkeftî bû. Yan jî sedemên wan serkeftinan çi bû Ji ber ku

sosyalîzm ji kapîtalîzmê pêşdatir bû, daxwazên gel pêk dianî. Lê sosyalîzmê bi demê re xwe nû nekir

û xwe zêde nekirin û şaşitiyên xwe derbas nekirin, gav bi gav nakokiyên wan bi civakê re çêbûn. Pêşî

gotin ev kesên ku nakokiyan derdixin li dijî şoreşê ne, ji bo vê divê em wan tesfiye bikin, lewra tesfiye

jî kirin. Yên li dijî şoreşê tesfiye kirin, lê dîsa jî civak ji vê nêzikbûna wan razî nebû. Vê carê çi kirin

Ji bo ku ev civak ji aliyê sînorên wan xîz kiriye ve ji rexê fikir û kar derbas nekin hewldan tevdîr

bigirin, tevdîr jî li gorî planên xwe girtin. Tevdîrên wan çi bûn Tevdîrên wan jî; polês, îstixbarat,

îşkence, mişextvanî, kampên kar bûn.

Bala xwe bidinê rêxistinek bi îdîaya azadiya însanan derketiye ser dikê, bi ser jî dikeve, lê piştre

êdî ew bi xwe dibe asteng li pêşberî însanan. Ew bi xwe êdî vê carê dibe amûrekî zor, zordariyê,

îşkence, kuştin û tesfiyekirinê. Sedemên vê çi ne Sedem ew îdeolojiya ku ji xwe nabuhire û bi xwe re

nîqaş nake ye. Rexnelixwegirtinê esas negirtin, xwe nû nekirin, ketina nav qaliban û dogmabûn

sedemên esasî ne. Li xwe tenê dinêre li derdora xwe nanêre, lewra rastiyan red dike. Ji nedîtî ve nêzik

dibe. Ji diyardeyên heyî re dema bêje tune ye, lê ya rastî jî tiştek wiha tune be, ev dibe krîz û nema ji

40